17 Eylül 2019, Salı

Üst Menu

Cejina Zimanê Kurdî pîroz be!

Cejina Zimanê Kurdî pîroz be!

 

Cejin rojên taybet û dilxweşiyê ne. Di civaka Kurdan de gelek cejinên watedar hene. Her cejina ku ji aliyê gelê Kurd ve tê pîrozkirin jî, di bingeha xwe de xwedî êş û azar e. Civakeke ku ji hemû mafên xwe yên rewa bêpar mabe, ji bo bidestxistina mafên xwe di nav hewildanan de be, her çiqas wan mafên xwe bi dest nexe jî, bi têkoşîna xwe anîbe astekê û di nav civakên din de xwesteka xwe dabe xuyakirin, ew civak bê şik û guman bi ser ketiye.

 

Mînaka yek ji van serkeftinan jî pîrozkirina Cejina Zimanê Kurdî ye. Ji ber ku Kurd bi salan tune hatine hesibandin, di serî de li ser zimanê wan lîstik hatine lîstin. Polîtîkayên li ser zimanê kurdî hatine kirin, kêm zêde ji aliyê her kurdî/ê ve tên zanîn. Lê ya girîng ew e ku digel hemû pêkutî, zext û zordestiyan ev ziman tune nebûye û heta roja îro di nav zimanên cîhanê de bi serfirazî cihê xwe girtiye. Wekî min di serî de jî got; Dema ji bo mafên rewa têkoşîn hebe, ew maf bi dest neketibe jî civak bi ser ketiye.

 

 Bêguman li hember bêdadiyan gelek bedêlên giran hatine dayîn. Lê belê di mijara zimên de ked û bargiraniya herî mezin a jinên Kurd e. Dema jin ji zimên dûr bikevin, wê demê xetereya mezin dest pê dike. Ji ber vê yekê jî mirov tê digihîje bê ka jinên Kurd çi qencî kirine û ev zimanê qedîm heta vê rojê, bêyî ku ji reseniya xwe tiştek kêm bike, anîne. Lewre di demên berê de sazî û dezgehên zimên tunebûn.

 

Hatina vê radeyê tenê bi xwedîderketinê çêbûye. Di salên dawîn de destkeftinên têkoşînê bi pêş ketin û gelek sazî û dezgehên zimên hatin vekirin. Lê di nav civakê de nêrîneke şaş jî afiriye. Wekî ku zimanê kurdî tenê malê saziyên zimên û mamosteyên kurdî be. Ev nêrîneke gelek şaş e û beşeke civakê ji zimên sar dike. Her kes ne neçar e ziman bi rêz û rêçik bizanibe. Her kes ne neçar e bi rêzimana kurdî jî bizanibe. Li vê derê barê ku sazî jê berpirsiyar in, ne hînkirina zimên e. Divê bi xebatên dorfireh, xwedîderketin, teşwîqkirin û hezkirina zimên bidin rûniştandin. Em bala xwe didin demên berê, digel tundiyên li ser zimên jî heta vê radeyê hatine. Lê em bala xwe didin vê serdemê, digel kêmbûna tundî û kêm be jî bi rewakirina  saziyan, dîsa jî teşwîqa zimên gelek kêm e.

 

Pîrozkirina 15’ê  Gulanê Cejna Zimanê Kurdî jî bi serkeftinên berxwedan û têkoşîna ji bo zimanê kurdî bi dest ketiye. Wekî tê zanîn, Mamosteyê Mezin; Mîr Celadet Elî Bedirxan digel şert û mercên dijwar, xebatên bêhempa kirine û hîmên bingeha zimanê kurdî avêtine. Yek ji xebatên giranbuha yên Bedirxanî, derxistina Kovara Hawarê ye.

 

Di hejmara yekemîn a Kovara Hawarê de hevoka ji rêzên pêşîn a ji aliyê Celadet ve hatiye nivîsandin, ev e;

 

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê ye.”

 

Kovara Hawarê, kovara yekemîn a bi tîpên latînî ye. Ango Hawar di dîroka kurdî û Kurdan de berhema yekemîn a bi kurdî û tîpên latînî ye. Lewre Hawar, di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de xwedî cihekî taybet e. Hejmara 1’emîn a Kovara Hawarê, di 15’ê Gulana sala 1932’yan de derketiye û  heta 15’ê Gelawêja sala 1943’yan domiyaye. Kovar, bi pergala dumehane hatiye weşandin û di navbera salên 1932-1943’yan de bi giştî 57 hejmar hatine derxistin. Cihê xebat û weşandina kovarê, paytexta Sûriyeyê; Şam e.

                                                                                                                   

 

Bi avakirina Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) ya sala 2006’an, roja derketina Kovara Hawarê; 15’ê Gulanê wekî cejna zimanê kurdî hatiye diyarkirin û ji sala 2006’an bi vir ve ye jî her sal di nav gel de tê pîrozkirin.

 

Cejina Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd pîroz be!

 

 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.

 

Yazarın Son Yazıları

30.Nisan.2014 Çarşamba
29.Ocak.2014 Çarşamba
13.Ekim.2013 Pazar
09.Nisan.2013 Salı
06.Nisan.2013 Cumartesi
04.Mart.2013 Pazartesi
24.Şubat.2013 Pazar
19.Şubat.2013 Salı
13.Şubat.2013 Çarşamba