18 Ekim 2018, Perşembe

Üst Menu

Cejna Zimanê Kurdî

Cejna Zimanê Kurdî

 

Hawar dengê zanînê ye. zanîn xwe nasîn e.

Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.

Her kesê ko xwe nas dikê; dikare xwe bide nas kirin.

Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.

Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.

(Celadet Elî Bedirxan )

 

Di dîroka Zimanê Kurdî de qonaxinên gelek girîng hene. ji van qonaxan a herî girîng destpêka weşana Kovara Hawarê  ye.

 

Ev kovar 15 Gulanê di sala 1932 de,  bi pêşengiya Mîr Celadet Elî Bedirxan  li Şamê dest bi weşanê dike. Weke tê zanîn xizmeta malbata Bedirxaniyan ji bo Kurdan û Kurdistanê gelek mezin û pîroz e.

 

“Malbata Celadet ku bi tekoşîna xwe ya ji bo avakirina kurdistanê navdar e, piştî avakirina Komara Tirkîyayê, ji aliyê karbidestên cumhûriyetê ve tê surgunkirin.

 

Celadet û birayê xwe Kamiran ji bo xwendinê diçin Almanyayê.piştî doktorayê Celadet vedigere Şamê. Celadet li vir dest bi tekoşîna Kurdayetiyê dike û dibe yek ji pêşengên tevgera Xoybûnê yê girîng.”

 

Piştî bûyerên siyasî ên mezin ku li Komara Tirkiyayê  diqewimîn û serhildana Şêx Seîd bi têkçûnê dawî lê tê, gelek walatparêz û rewşenbîrên Kurd derbasî Suriyeyê dibin.

 

Piştî hevdîtina Celadet û van rewşenbîr û walatparêzên weke  Cegerxwîn, Nûredîn Zaza, Qedrîcan, Osman Sebrî, Kamiran Bedirxan hwd. Li suriyayê tevgera Kurdan ji hêla sîyasî,çandî, û wêjeyî ve gelekî xurt dibe…

 

Ev pêşeng û lehengên Kurd, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê Kongreya Neteweyî li dar dixin û bi navê “Xoybûn” biryara damezrandina rêxistineke sîyasî didin.

 

 Di bin serekiya Îhsan Nurî Paşa da Serhildana Agirî dest pê dike.

 

Piştî ku Serhildana Agirîyê têk diçe Celadet Bedirxan destê xwe ji siyasetê dikişîne û xwe bi hemû hêza xwe, didê çand û Wêjeya Kurdî.” weşana Kovara Hawarê heta sala 1945 an di dome û 57 hejmar derdikevin.

 

Taybetiyeke vê kovarê jî ev bû ku hemû nivîs û hejmarên wê bi kurdî bûn. (kêm metnîn jî bi Feransî bûn)

 

Heta hejmara 23 yan tîp him bi alfaba erebkî him jî bi alfaba latînî bûn. Ji hejmara 24 an pêde hejmar tev bi tîpên latînî hatin weşandin.

 

Bê goman Kovara Hawarê ji hêla Edebiyata Kurdî ve qonaxa herî girîng e. Wêjeyeke ku dest û piyên wê şikestine ji nû de rakirye piya.

 

Tovên ku Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Elî Herîrî û Ehmedê Xanî  li axa Kurdistanê reşandibûn bi hawara Bedirxan û hevalên wî ji nû de şîn dibûn.

 

Îro em karîn bêjin ku Xweda “Hawar” şand hewara Kurdan û zimanê wan ji mirinê parast.

 

Ji bo girîngiya destpêka weşana Hewarê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) ji sala 2006’an heta niha 15 ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî îlan kiriye.

 

Bi rastî ev biryareke gelek di cih de ye. ji bo hişmendiyek bikeve nav gelê kurd pêwistiyeke mezin bi van rojan heye.

 

Îro gelek Kurd weke ku girîngiyê didin zimanê biyanî, nadin zimanê xwe.  Bi fêrbûn û zanîna zimanên biyanî pesnê xwe didin. Lê nezanîbûna bi zimanê dayikê ne xema wan e û bêvila wan jî na şewite.

 

Li dibistana dema ku bi zimanê Tirkî xeletiyek tê kirin, an jî peyvek çewt tê bikaranîn, derdor tinazê xwe dikin.

 

Li medresan an jî li civakên olî dema ku peyveke Erebî ji alî sarf û nehwa erebî ve şaş tê gotin, civak henekê xwe bi wî kesî dike û ew kes weke cahil û nezan tê bi nav kirin.

 

Lê mixabin ev hesasiyet ti caran ji bo Zimanê Kurdî nayê diyarkirin.

 

Gelo Erebkî û Tirkî zimanin, lê Kurdî ne ziman e?

 

Em hêvî dikin ku cejna zimanê kurdî hişyariyekê bixe nav me Kurdan. Da ku em ji nû de qedr û rûmeta zimanê xwe nas bikin, Kurdîtiya xwe ji nû de bîr bixin.

 

Di dawiyê de em dîsa guh bidin mîrê mîran, Celadet Elî Bedirxan;

 

“Kurdno, mal xerabno! An nebêjin em Kurdin, an jî bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsin û biaxivin.

 

Cejna Zimanê Kurdî li hemû Gelê Kurd pîroz be…

 

 

Çavkanî:                                                                                                                                                  1-Saxniç,Feqî Huseyn; Dîroka Wêjeya Kurdî, r.514-518, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê,Stenbol,2002

2-http://zaningeh.net/hawar-hemu-hejmar.html/  (Ji bo xwendina hejmarên Hewarê)                                                                                

 

 

 

 

 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.

 

Yazarın Son Yazıları

21.Haziran.2015 Pazar
24.Mayıs.2015 Pazar
08.Şubat.2015 Pazar
31.Ocak.2015 Cumartesi
19.Ekim.2014 Pazar
30.Ağustos.2014 Cumartesi
07.Temmuz.2014 Pazartesi
14.Haziran.2014 Cumartesi