21 Kasım 2017, Salı

Üst Menu

Dî Çawkaniyen Îslamî de Suryanî

Dî Çawkaniyen Îslamî de Suryanî
Destpêk
           
Xweda di Qur’ana Pîroz de dibejê; ‘... Duvrê ji bo hûn hevdû nasbikin Me we veqetand netew û êlan. Bêgûman li ba Xwedê ê kû bi teqwaya xwe bilinde ê herî bilindê we yê.’ (Hucurat / 13) Yanî Xweda mirov netew netew afirandîye ji bo ku mirov hev nasbikê. Xweda ji bo nişana netewan ziman daye netewan. Ji xwe her netew li gorî  zimanê xwe bûye netewek. Ji bo ku mirov hewcardarî hevin her dem dinavbera mirovande tekîlî çedibin û dibê çêbibê jî. Ji ber ku mirov ji hev fêmbikin dibê ji zimanê hev (ji rewşa hev) jî fêmbikin.
 
 
Dema Îslamîyet li cîhanê belavbû bi netewên dora xwe re kete tekîlîyan. Ji ber ku peyama Îslamîyêtê ji bo tev mirovan bû dibê ji mirovên ku nizanîbûn Erebî re jî hatibane gotin. Îslamîyet dema bi fileha re ketê tekîlîyan, filêhen rojhilata navîn bi piranî Suryanî bûn.
 
Suryanî ji hêla xwendin û nivîsandine ve pêşketîbûn. Li gelek bajarên qedîm dibistanên zanînê vekirbûn. Yek ji van dibistana ya ku li Nisêbînê vekirbûn. Serokê vê dibistanê Mor Yaqûp bû. Li vê dibistanê yekî weke Mor Efrem ku helbestvan û zanayên Suryanî ji vê dibistanê derket. Li van dibistana ne tenê zanînên dînî, li ser tenduristîye, geometrî, astronomî, matematik jî xebat û berhem dihatin pêşkeşkirin.  Li gor hin lêkolînan zimanê Suryanî ji zimanê Erebî kevintir û sazkirîtirbû. Wek sedema vena jî dibejin ku alfabeya Suryanî ji demên qedîm ve hebû û Suryanîyan alfaba xwe bikartanîn. Heta hin lêkolînêr dibejin ku alfabeya Erebî, tekûzkirina alfabeya Suryanîye.
 
Gelek tişt li ser Îslam û Suryanîyan têne gotin lê hemû çavkanî dilê mirov tatmîn nakê. Hêvîdar im ku lêkolînêr li ser vê mijarê birawestin û rastîya van an derûtîya van rîwayetan derxin meydanê da mejîye mirovan ji bo va mesela zelalbibê.
 
 
1- Şêx Muhemmed Emîn El Heyderî bi pirtûka bi navê Mewlûda Nebî a bi Kurdî tê naskirin. Ev mewlûd ji ber ku zimanê zelaltir û hesantire bandoreke mezin li ser mewlûdxwendîya dikê. Seyda di mewlûdê de dema bahsa welidandina Hz. Amîne dikê ji devê Hz. Amîne dibejê ku rûhanîyên li dora wê bihev re bi Suryanî dipeyîvîn.  
 
Seydayê Heyderî di vir de dibejê ku Hz. ‘Hewa, Hz. Sara, Hz. Asya û Hz. Meryem dinavbera xwe de bi zimanê Suryanî dipeyîvîn. Seyda di pirtûka xwe de ti çavkanî nedane.
 
 
Min dî ruhnî daye hindur wek fener
 
Şeq bû xanî çar jina jê dabû der
 
 
Van jinê rew’haniyan pir şû’le dan
 
Çar teref bûne sened hem pal vedan
 
 
Wan didan mizgîn digo; ey Amîne
 
Em ji bo ‘hemlê te dayîn hatine
 
 
Bejn û bala wan bilind xweş fesal
 
Wek jinê Haşimîyan naz û delal
 
 
Ew go ‘Hewa, Sara, Asya pir melî’h
 
Ya dî Meryem bû diya Î’sa Mesî’h
 
 
Nayê wesfa pir go ‘husna wan hebû
 
‘Husna Meryem hêj ya wana zêde bû
 
 
Yek li rast û yek li çep hat yek li pişt
 
Meryema ‘Îmranî hat ber min rûnişt
 
 
Ruhnî da hindur tijî rew’hanî bûn
 
Exlebê dengê di wan Suryanî bûn (1)
 
 
Balkeşîyek: Di rêza dawî de ê ku (Hamit Bodakçî) ji herfên Erebî tîpguhezîya herfê Latînê kiriye bi awayê ‘Exlebê dengê di wan Suryanî bûn’ nivîsîye. Lê li gor ku min ji alfabeya Erebî xwend dibê bi vî awayî ‘Exlebê dengê dîwan Suryanî bûn’ ve re nivîsandin. Ji ber ku her çar jinên rûhanî bûne kom û ev kom bûye dîwanek.
 
 
2- Di tefsîra Qûr’ana Kerîm a bi Kurdî Nûra Qelban ya ku Mela Muhemmedê Şoşîkî tefsîrkiriye de Hedîseke ku ji Ebû Zer hatîye rîwayetkirin nivîsîye. Çavkanîya ku Hedîs ji ber girtîye Tefsîra Îbn Kesîr, cildê 1, rûpelê 585 nişandidê. İbn Merdeweyh jî di tefsîra xwe de ev Hedîs bikaranîye. Heman Hedîs Ebû Hatem kurê Hiban Elbestî di kitêba xwe ya bi navê Elenw’e wet-Teqasîm de rîwayet kiriye û gotiye ew sehîh e.
 
 
Metnê Hedîse:
 
Ebû Zer gotiye; min pirsî; ya Resûlê Xwedê, jimara pêxemberan çiqas e? Wî got: Sed û bîst û çar hezar in. Disa min pirsî; ya Resûlê Xwedê pêxemberê ewwel kî bû? Wî got: Adem. Min got; gelo ew nebîye an resûl e? Got: belê, Xweda ew bi destê (qudreta) xwe xulipand û ji rûhe xwe puf kir wî. Paşê got: Ya Ebû Zer, ji wan çar Suryanî ne; Adem, Şîs, Nûh, Exnûx, ew jî Îdrîs e ku yekem kes e, yê ku bi qelemê nivîsiye. Ji wan çar jî Ereb bûne; Hûd, Salih, Şu’eyb û pêxemberê te. Ya Ebû Zer, ji Îsraîliyan jîyekem pêxember Mûsa ye û yê dawiyê jî Îsa ye. Yek pêxember Adem e û pêxemberê dawiyê jî pêxemberê te ye. (2)
 
 
Li gor vê Hedîse çar pêxember Suryanî ne. Ev her çar pêxember Adem, Şîs, Nûh, Exnûx (Îdrîs) in.
 
 
Li ser vê hadîsê lêkolîner dibejin ravî (ê ku Hadîs jê hatîye girtin) ne saxlem in. Hem di nav agahîyên metnê Hadîsê de jî nakokî hene. Heta hin agahî çewtin. (3)
 
 
3- Ji Sehabîyên Pêxemberê me Zeyd bîn Sabît hatîye rîwayetkirin ku dibejê:
 
- Rojekê dema ez çûm cem pêxemberê me ji min pirskir: ‘Tu dizanê Suryanî?’ Min got: ‘Na’ duvre fermankir: ‘Ji mirovan ji min re name tên. Ez naxwazim hine dî bixwenin. Ez ditirsim ku biserve zêde an jê kêm bikin. Tu dikarê xwe ferî Suryanî bikê? Min got: ‘Erê’ û dinavbera 17 rojande ez ferî xwendin û nivîsandina zimanê Suryanî bûm.
 
 
Çavkanîyen ku ev mijar nivîsîne Mûsned, 5/182; Taberânî, el-Mu’cemû’l-Kebîr, 5/173; el-Hindî, Kenzû’l-Ummal 29225, Tirmizî, IV, 67-68.
 
 
4- Hz. Elî qesîda xwe a bi navê Celcelûtîye bi zimanê Suryanî nivîsandîye. Celcelûtîye bi hesabê ebced û cifîr hatîye nivîsandin. Celcelûtîye ji 103 beyîta pêk tê. Îro Celcelûtîye wek duayeke bêhempa tê xwendin.
 
Di Celcelûtîye di beyîta yekemîn de; ‘ Min bi Bismîllah despêkir. Canê min bi saya Wî, razên ku dinava Bismillah de hatibûn veşartin keşifkir.’ (Beyîta 1.)
 
Di Celcelûtîye de beyîta dawî; ‘ Ev nivîsa pismamê Hz. Muhemmed, Elî ye. Li ser afirandîyan hemû agahîyên bi raz di vir de hatine komkirin’ (Beyîta 103.)
 
Celcelûtîye, bi Suryanîye tê wateya bedî’ / harîqe yê. Yanî tişta herî bedew û bilind. (4)
 
Ê ku Celcelûtîye di çavkanîyen xwe de bikaranîne ev in:
 
Îmam-i Gazalî, Şeyh Ehmed-ê Bûnî, Zîyaeddîn Gûmûşhanevî, Axa Buzurg Tehrani û Bedîûzzaman Seîdê Kurdî.
 
 
Bedîûzzaman ji Celcelûtîye bi hesabên ebced û bi hesabên cifîrê gelek keramet di pirtûkên xwe ê bi navê Şualar û Sikke-î Tasdîqî Gaybî de nivîsîne.
 
 
Celcelûtîye, di pirtûk a Zîyaeddîn Gûmûşhanevî ya bi navê Mecmuatûl Ahzab de heye.
 
 
5- Di pirtûka Turabîdîn’den Berîye’ye ya ku Altan Tan nivîsîye de bahsa ahîtnameyeke / peymannameyeke ku pêxemberê me daye fileha dikê. Lê di vê peymannamê de navê Suryanî derbasnabê. Bi giştî navê fileha derbasdibê. Li gor tu di pirtûkê de tê nivîsandin ev peymannamê bi eslê xweyî Erebî li Dêrazafaran a Mêrdîne ye.  Ev peymannamê bi vî awayî destpêdikê:
 
 
‘Ev pirtûk, peymannameyeke ku Muhemmed kurê Ebdullah daye mirovên ji olên dî. Xweda Ew, ji bo bi rahma xwe mizgînîye û bi ezabê xwe tirsê bidê mirovan şiyandîye. Û Xwede Teala Ew, li ser emanetê ku daye mirovan ewlekiriye. Ew Muhemmed ev pirtûk wek peymaneke daye gelên Fileh. ... ’ (5) Bi vî awayî peyman didome. Duvre bahsa rûhanîyên fihela, cirma ku ji wa were standin, îbadeta li dêra mijarên peymannemeyê ne.
           
 
 Zanayên Suryanî ê ku pirtûk a Sêrt Vakayînamesî nivîsîye Aday Şer dibejê ku: ‘Li hemû dêrên rojhilat ji van peyamname hene. Ji ber ku xwe ji Mislimanan biparezin ji hêla Filehan ve ev peyamname hatine nivîsîn. Ti ewlehîya van nivîsan nîne.’ (5)
 
 
Li gor gelek lêkolînen Hadîsvan ve ev peyamname nayên pêjirandin. Ji ber ku dinava rîwayet û kesên ku wek şahid navê wan derbasdibê nakokî hene. (6)
 
 
6- Kurtubî  nivîsandîye ku Tewrat bi zimanê Suryanî hatîye nivîsandin. (7)
 
 
7- Kurtubî  nivîsandîye ku Încîl bi zimanê Suryanî hatîye nivîsandin. (8)
 
 
8- Tê rîwayetkirin ku Hz Îsa bi Suryanî dipeyîvî. (9)
 
 
9- Tê rîwayetkirin ku yê di rêya bazirganîya Şamê de ê ku pêxemberê me ji bo ku xwe ji erîşên fileha biparêzê şiyarkir Keşa Bahîra Suryanî bû.                  
 
 
10- Li gor rîwayetan Waraqa bîn Newfel (Amê/mamê Hz. Xatîce ye)  zanayekî Suryanî bû û alîkarîya pêxemberê me kiriyê.
 
Encam
 
Welatên Suryanîyan Rojhilata Navîn û bi taybetî Mezopotamya û warên dora wêne. Yanî bi gotinekê dî Suryanî dinav milletên Misliman Ereb û Kurd û Faris û Tirk de dijîn. Dîroke ke Suryanîyan qedîm heye. Mirovên ku li heman erdnîgarîye dijîn dibê ji halê hev fêmbikin. Ji ber ku erdnîgarîya hevpar li ser jiyana mirovan bandoreke mezin dikê dibê mirov hevdû nasbikin. Zimanê Suryanî dinavbera berhemên Yewnanîya Klasîk û berhemên Îslamî de mîna pirêkê wazîfê dîtîye.
 
 
Çiqas lêkolîn li ser vê mesêlê werin kirin yê rastîya van rîwayetan zelaltir bibê. Dibê tû kes ji rastîyên dîrokên netirsê. Rastî dibê bawêrîya mirovan geştir bikê. Li ser hîmê çewt û derû zanîstî avanabê.
 
 
Çavkanî:
 
1.Mewlûda Nebî (p. 46,48), Şêx Muhemmed Emîn El Heyderî, Amed 2007, Weşanên Şîn
 
2. Nûra Qelban (p. 679), Mela Muhemmedê Şoşikî, Stanbol 2010, Weşanên Nûbihar, cildê 1.
 
3. Suryanîler ve Suryanîlik III (p. 29 - 34), A. Taşğin, E. Tanrıverdî, C. Seyfeli, Stanbol 2005, Orient Yayınları.
 
4. Şualar ‘8. Şua, p. 682’, Bedîûzzaman Seîdê Kurdî, Stanbol 2001, Zehra Yayıncılık,
 
5. Turabîdîn’den Berîye’ye (p. 54-55), Altan Tan, Stanbol 2011, Weşanên Nûbihar.
 
6. Suryanîler ve Suryanîlik I (p. 42), A. Taşğin, E. Tanrıverdî, C. Seyfeli, Stanbol 2005, Orient Yayınları.
 
7. Suryanîler ve Suryanîlik III (p. 24), A. Taşğin, E. Tanrıverdî, C. Seyfeli, Stanbol 2005, Orient Yayınları.
 
8. Suryanîler ve Suryanîlik III (p. 24), A. Taşğin, E. Tanrıverdî, C. Seyfeli, Stanbol 2005, Orient Yayınları.
 
9. Suryanîler ve Suryanîlik III (p. 25), A. Taşğin, E. Tanrıverdî, C. Seyfeli, Stanbol 2005, Orient Yayınları.
 
 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.

 

Yazarın Son Yazıları

15.Eylül.2013 Pazar
14.Temmuz.2013 Pazar
13.Mayıs.2013 Pazartesi
30.Mart.2013 Cumartesi
07.Mart.2013 Perşembe
03.Şubat.2013 Pazar
16.Ocak.2013 Çarşamba
26.Aralık.2012 Çarşamba
08.Aralık.2012 Cumartesi