20 Ağustos 2018, Pazartesi

Üst Menu

Êlperestî an Jî Partîperestî

Êlperestî an Jî Partîperestî

Wekî germahiya hewayê,  rojeva rojhilata navîn û bi taybetî jî, rojeva kurdan di van rojan de  gelekî germ e.

 

Bi qasî kelewaca germahiya temûz û tebaxê belkî hê bêhtir, rojhilata navîn û kurdistan diciqciq in. Gelê dinyayê ên mayîn li kêfa xwe dimeyizênin û li mondiala qupaya dinyayê  temaşe dikin, lê feqîrê kurdên rojava, ketina hewleriha canê xwe û bi çêliyên dehş û wehşan re şer dikin. Hewl didin ku xwe, zarokên xwe û welatê xwe  ji ber êrîşên wan ê wekî sayên har biparêzin.

 

Ji sed salî bêhtir e kû kurd li rojhilata navîn bê statû dijîn û welatê wan hatiye dagirkirin. Bi ser vê de jî, bi sînorên çêkirî (nexwezayî) xaka kurdistanê  hatiye perçekirin.

 

Dewletên kolonyalîst en mîna Ingîlîstan û Ferensa, piştî şerê cîhanê  ê yekemîn, rojhilata navîn li xwe parvekirin, piştî ku vegeriyan welatê xwe jî, hinek kukla li dûv xwe hiştin, ku heta roja îro jî ew kukla li gor berjewendiyên wan tev digerin. Yekî ku dixwaze xwe ji bin himbêza wan derxe jî, bi guhê wî digirin û didin ber şeqama.

 

Belê, di projeyên van dewletên emparyalîst de mesele ji  eraban re 22 dewlet hebûn, lê ji kurdan re ti statû  û ti maf nebûn. Yanî îngilîz û feransîyan me teslîmî (bê)însafiya tirk,ereb û farisan kiribûn.

 

Ji wê rojê heta îro  li hember vê bêdadiyê, kurdan li her çar parçeyan gelek tekoşîn kirin û berxwedanên mezin dan nîşandan. Bi hezaran ciwanên kurd di vê rê de canê xwe dan.  Kurd leqayî gelek qetliyam, jenosîd û nijadkujiyan hatin. Jenosîda herî mezin jî li ser çand û zimanê wan çêbu.

 

Îro jî, tekoşîn û berxwedana kurdan li her çar perçeyan  gihaştiye asteke bilind. Kurd di çerxa dîrokê de di zivronek û fetlonekeke bêveger de ne. Lewra sînorên çêkirî ku li rojhilata navîn hatibûn dayîn, hino hino tên hilweşandin.

 

Kurd di vê serdema dîrokî de divê  derî û siûda ku qederê li ber wan vekiriye baş binirxînin û heta roja îro çi mafên wan ên xwezayî ku ji hêla dagirker û stemkaran ve hatine binpêkirin  weke camêra bidest bixin.

 

Lê sed heyf û xebînet!

 

Ji bedêla ku kurd wê bibin yek û mafên xwe yên netewî bidest bixin, hev û din bi şêweyekî tund rexne dikin.

 

Belê ji xwe pirsgirêka me kurdan ji berê ve ev bû… di serdema eşîran de yekîtî û tifaqa kurdan tû car çênebu, lewma jî her eşîrek xwe wekî  “dewlet” dihesiband.  Ji ber vê çendê jî, di dîroka kurdan a nêz de dewleteke mezin û bihêz a kurdan ava nebû. Vêca ka li vê sosretiyê binêrin; îro jî kurdên  me yên ser hişk, dev ji wî tebîetê xwe  û kevneşopiya xwe ya gemar bernedane û ji bedêla eşîran ve, li ser navê partiyan dijminatiya hev dikin.

 

Îro li ber çava ye kû rewşa kurdan a sosyolojîk û sîsyasî, ji dîrokê heta îro zêde ne guherî ye. Tişkê ku ji serdema feodalîzmê ji kurdan re di serdema modern de weke mîrate mayê, ew hişkbarî û teasûba êlperestiyê ye ku îro binavê partîperestiyê derdikeve pêşberî me.

 

Belê doh eşîr bûn îro parti ne.

 

Belaya mezin doh êlperastî  û olperestî bu, îro partîperstî u dîsa olperestî ye. Berjewendiyê partiyan ketine pêşiya berjewendiyên  gelê kurd.

 

Ev rewşa kurdan a xerab, xencerên jehrî  li kezaba ehlê hemîyetê dixe.  

 

Her çiqas serok,rêber, zana mezin,rêzan, alim,rewşwbîr û feylesofên kurdan hene, şîreta yekîtî, desthevgirtin, tifaq û netewperweriyê kirine.

 

Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan, mifte ev e.

 

Gelo ji bo ku hiş û aqilê me bê serê me divê sed salî din derbas bibe? Ji xwe pêşiyên me ji berê ve gotine: “heta me aqil nas kir, me emir xelas kir.”

 

 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.

 

Yazarın Son Yazıları

21.Haziran.2015 Pazar
24.Mayıs.2015 Pazar
08.Şubat.2015 Pazar
31.Ocak.2015 Cumartesi
19.Ekim.2014 Pazar
30.Ağustos.2014 Cumartesi
14.Haziran.2014 Cumartesi
10.Haziran.2014 Salı