25 Kasım 2017, Cumartesi

Üst Menu

Ey Kurdên Bindest! Bese Bes! Destê Xwe Dirêjê Hev û Din Bikin

Ey Kurdên Bindest! Bese Bes! Destê Xwe Dirêjê Hev û Din Bikin

Hevalê min, birayê min, xweşka min, hevwelatîyê min!

 

Xewa kû min û te kir, ti kesekî din nekir.

 

Xewa sedsalan.

 

Xeweke giran a kû me ji bav û kalên xwe girt. Pêwîste em şîyarbin heta kû zarên me ew xewa mirinê ji me mîras negirtî ye.

 

Xewa me, tenê bi sere xwe ne pirskirêkek bêçare bû, lê mixabin bêçaretî ew bû kû, me di xewnan da jî dijminatî ya hev dikir.

 

Birastî tiştekî me yê kû çûbû berhev jî tune bû. Nezantî yên me bûn kû bi canê hev û din xistibûn.

 

Mirîşkên me bime dikenîyan dema ku me ji bo wan şer dikir.

 

Heywanên me bi îbret em temaşe dikirin wexta kû me ji bona zîyanan pevdiçinî.

 

Dijminên me, em berdidan hev û din û bi kêfxweşî em temaşe dikirin wexta me dest dikir qirika hev.

 

Em li ber hev dibûn weke Fîrewûn, lê mixabin, li hember dijminên xwe me zanî bû kû em kole bûn.

 

Ew kesên kû em kiribûn xewa mirinê, ewên kû bi nezanhiştinê qesta kuştina me kiribûn, ewên kû jahra dijminîyê xisti bû nava me, ewên kû dev kiribûn xwîna me, li cem me xwedî qedr û qîmet bûn. Me destê xwe li ber wan girê dida, lê mixabin em, birayên hev, gundî yên hev, cîranên hev dijminên hev û di bûn.

 

Belê, me çavên xwe vekir di nava nezanî yê de. Em mezin bûn bi xizanî yê. Zarokatîya me derbas bû di nava valatîyan da. Mîjoyên me bi propaganda ya dijminên gelê me tije bû.

 

Mixabin, em sedsalan li dawîya xelkên pêşta çûne man. Ew xelkên kû dinya parve kirin, dest dan ser hebûna ser û binê erdê. Ew xelkên kû welatê me parçe parçe kirin û her parçeyek di bin zor u zilma dijminên me de hiştin.

 

Dijminan  hew welatê me tenê nexist bindest, heş û mîjoyên me jî kirin bindest.

 

Lê êdî ew dewra derbas bû.

 

Xelkên ku sedsal berê tîyare çêkirin niha berê xwe dane ezmanan, diçin hivê û ji ezmanan da her tiştekî, li her quncikekî dinê temaşe dikin.

 

Dev ji çûyîna ezmana berde, ka çiyê me li sere erdê heye?

 

Ka qisa me li welatê me pere dike?

 

Ka em kanin li gundê xwe bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin, binivisînin?

 

Ka dayîkên me kanin derdên xwe, nexweşîyên xwe ji doktorekî re bêjin? Ka dayîkên me yên li teyarê sîyar dibin an jî diçin daîreyeke fermî, bi zimanê xwe tiştekî dibihîsin, tiştekî fahm dikin? Weke zarokekî piçûk û nezan, çavên wan li alîkarîya kesekî nine?

 

Ka bav û kalên me kanin bi serbilindî herin qonaxên fermî yên dewletê û bi hêsanî derdên xwe bînin ziman?

 

Ka heqe kî me li ser ava Ferat û Dîcleyê heye?

 

Ka petrola welatê me kuda diçe?

 

Dijminên gelê me dîroka me di bin bend û barajan da wenda dikin, emanate bav û kalên me talan dikin.

 

Ka em kanin ji wan ra bêjin destdirêjîya dîrok û mîjoyê milletê me nekin?

 

Ka paşnavê me kê bi zimanê me ye?

 

Ka nave kîjan gundî neguherî ye?

 

Ka zarokên me êdî bi zimanê me xeberdidin?

 

Îcaba dirêjkirina lîste ya fedîkarî ya me nake. Li rastê ye kû, em di destê xelkê de hêsîr û bindestin.

 

Lê ne kû em bindestê dijminin xwe ne lewra kesên em kirine bindest jime xurttirin. Na, em jî qasê herkesî xurtin, lê mixabin, em bindestê dijminatî ya xwe nin. Dijminatîya kû em bihevre dikin me dixe hêsîrê dijminên me.

 

Dema terikandina dijminatîyê zûda derbas bûye.
Ger em dixwazin ji zindana dijminên xwe û dijminatîya xwe derkevin, lazim e em dest bidin hev û din.

 

Pêwîste kû em zanibin bi hemû cûdatî û ferqên xwe bihevre bijîn.

 

Belê em cûda ne, lê em mecbûrê hev û di nin.

 

Kesên kû dilê birayên xwe şikandine tobe bikin, poşman bin û ef bixwazin.

 

Kesên ku zilm lê hatîye kirin dilên xwe ji efê re vekin.

 

Werin em jiyaneke azad li Kurdistan ava bikin.

 

Destê xwe bidin hev.

 

Bihevra, ji boyê hev, bi dilekî paqij, bi nêteke safî, ji bo herkesî, ji bona jîyaneke bi rûmet, di nava aştîyê de, li welatekî azad.

 

 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.