17 Eylül 2019, Salı

Üst Menu

GIRÎNGIYA ZIMÊN

GIRÎNGIYA ZIMÊN

Ji pêvajoya ku hişmendiya serdestî û berjewendiyê dest pê kiriye heta niha, gelê Kurd di her warî de ji hemû mafên rewa û mirovane bêpar maye. Dema ku mirov li dîroka vê hişmendiya qirêjî dinihêre, mirov bi awayekî vekirî dibîne ku êrîş li gelên xwedînirx  tên kirin. Bêguman hîmê vê hişmendiyê jî li ser talankirin û desteserkirina nirxan hatiye avêtin.

 

Ji ber ku gelê Kurd jî yek ji van gelên xwedînirx ên giranbuha ye, mixabin bûye nêçîra nêçîrvanên mêtinger. Dema ku tevgera serdestiyê bê destpêkirin, di serî de hewl tê dayîn ku çand û zimanê wî gelî bên rûxandin.  Ji destpêka têkoşîna gelê Kurd a ji bav û kalan ve tê zanîn ku; polîtîkayên pişaftinê li ser vî gelî hatine û tên ferzkirin. Digel van polîtîkayên ku naverok her tim yek bûye lê li gorî dem û dewranan  qalik guherandine jî, gelê Kurd hewl daye ku zimanê xwe ji ber bayê pişaftinê biparêze.

 

Ji bo gelekî, ziman hêmana bûn û nebûnê ye. Ji ber ku karîgeriya gelbûnê bingeha xwe ji zimên digire, li ser zimên gelek tişt hene ku mirov beş bi beş li ser girîngiya wan bisekine. Lê divê neyê jibîrkirin ku ji van mijaran ên herî girîng: Perwerdehî û nifşên nû ne. Ji ber ku zimanek nebe zimanê perwerdehiyê û nifşên nû bi perwerdehiyê zimanê xwe nas neke, dê bi pêvajoyê re ziman bê rêz û rêçik bimîne û bi demê re taybetiyên xwe yên bingehîn, her wiha reseniya xwe wenda bike.

 

Zimanê kurdî heta niha nebûye zimanê perwerdehiyê. Ji ber vê yekê jî zarokên kurd di dibistanên pergalê de kêlî bi kêlî tên pişaftin. Bêguman ev rêbaz jî yek ji ferzkirinên tunehesibandinê ye. Lê di vê mijarê de barê herî giran, li ser milên malbatan; bi taybetî li ser milên dayîkan e. Mixabin nêrîneke şaş li nav malbatan rû daye û ev nêrîn jî xwe di carekê de dide dest ku parçeyek ji polîtîkayên pişaftina pergalê ye.

 

Nêrîn ev e; “Divê zarok bi zimanê serdest ango bi zimanê pergalê bên mezinkirin da ku di destpêka dibistanê de ji hevalên xwe paşve nemînin.” Lê lêkolîna zanistan a; “Zarokên ku bi zimanê zikmakî (zimanê dayîkê) mezin nebin, dê di hînbûna zimanên din de gelek paşve bimînin.” vê nêrîna şaş pûç dike.

 

Li gorî îstatîstîkên diyarkirî û cerebeyên mamostetiyê, ez jî dikarim bibêjim ku; “Zimanê zikmakî, bingeha jiyaneke serkeftî ye. Ji bo ku nifşê nû karibe tevkariyên bi rêk û pêk li nirxên heyî zêde bike, avêtina vê bingehê teqez bi dê û bavan ve girêdayî ye.”

 

Pêşiyên me, bi têkoşîneke bêhempa nirxên xwe parastine û wekî mîrate diyariyê me kirine.         Gelo em roj bi roj ji mîrateyên xwe bixwin dê baş bibe, yan em roj bi roj li mîrateyên xwe zêde bikin û diyariyê nifşên din bikin dê baş bibe? 

 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.

 

Yazarın Son Yazıları

30.Nisan.2014 Çarşamba
29.Ocak.2014 Çarşamba
13.Ekim.2013 Pazar
16.Mayıs.2013 Perşembe
09.Nisan.2013 Salı
04.Mart.2013 Pazartesi
24.Şubat.2013 Pazar
19.Şubat.2013 Salı
13.Şubat.2013 Çarşamba