17 Eylül 2019, Salı

Üst Menu

JI ALIYÊ BINYADÊ VE MALBATÊN ZIMANAN

JI ALIYÊ BINYADÊ VE MALBATÊN ZIMANAN

Di mijara diyarbûn û cudahiya gel û neteweyan de hêmana yekane, ziman e. Her gel bi zimanê xwe heye. Her çand dikare bi zimanê erdnîgariya xwe domdar û dorfireh bibe. Ji aliyê hemû kurdan ve zext û zordestiyên ku li ser zimanê kurdî hatine kirin, tên zanîn. Di vê mijarê de hîn gelek tiştên ku bên nivîsandin, hene. Tiştê ku di serî de li ser bê sekinandin, nasîna bingeha zimanê kurdî ye. Ji ber ku bandora zimanê serdest li ser gelê kurd heye û hîn jî wekî zimanê perwerdehiyê tê bikaranîn, rizgarbûna ji vê bandorê ne hêsan e. 

Pirsgirêkên ku di vî warî de tên jiyîn, bandorên neyînî li herdu zimanan jî dikin. Ango mêjî bi kurdî difikire, lê fikir bi tirkî tên zimên. Pirsgirêka fikirîn û derbirînê ya li dijî hev ev e; herdu ziman (kurdî û tirkî) ne ji heman malbatê ne, bi hev re tên bikaranîn û hewl tê dayîn ku di heman hevsengê de bên girtin. Lê divê bê zanîn; zimanên ku ne ji heman malbatê bin, ne mantiqa wan li hev dike, ne jî hevoksaziya wan li hev dike. Ji ber vê yekê, kesên ku bixwazin zimanê xwe bi rêk û pêk bi kar bînin, divê di serî de bi binyada zimanê xwe zanibin:

 

Di serî de divê bê diyarkirin ku; Zimanê Kurdî û zimanê Tirkî, ne ji heman malbatê ne.

 

Ji Aliyê Binyadê ve 5 Malbatên Zimanan Hene:

 

1-Hind-Ewropa

2-Hamî-Samî 

3-Çîn-Tîbet 

4-Bantû 

5-Ural-Altay

 

1-Malbata Hind-Ewropa di nav xwe de dibe du beş û di bin banê du beşan de komên zimanan cih digirin:

 

  Beşên Malbata Hind-Ewropa ev in:

 

 1) Zimanên Asyayî 

 2) Zimanên Ewropî

 

Di beşa Zimanên Asyayî de; Koma Zimanên Hind-Îranî cih digire.

Di koma Zimanên Hind-Îranî de: Hindî, Urdî, Îranî, Farisî, Kurdî, Peştûyî, Belûcî, Tacikî û Osetî cih digirin.

 

Di beşa Zimanên Ewropî de 3 komên zimanan hene:

 

1-Koma Zimanên Latînî 

2-Koma Zimanên Germenî 

3-Koma Zimanên Slavî

 

Di koma Zimanên Latînî de; Îtalî, Îspanyolî, Romenî, Arnawidî, Portekîzî û Fransî hene.

 

Di koma Zimanên Germenî de; Almanî, Îngilizî û Holendî hene.

 

Di koma Zimanên Slavî de; Rûsî, Bulgarî, Sirbî, Hirwadî, Çekî û Lehî hene.

 

Di Malbata Hamî-Samî de zimanên; Erebî, Îbranî, Hebeşî û Suryanî hene.

 

Di Malbata Çîn-Tîbetî de zimanên; Çînî û Tîbetî hene.

 

Di Malbata Bantu de zimanên; Efrîkî hene.

 

Di Malbata Ural-Altay de zimanên ku di beşa Ural de cih digirin ev in: Macarî, Fînî û Estonî

 

Di Malbata Ural-Altay de zimanên ku di beşa Altay de cih digirin ev in: Tirkî, Moxolî, Mançûyî, Tunguzî, Japonî, Koreyî

 

“Zimanê Kurdî; ji Malbata Hind-Ewropa, ji beşa Zimanên Asyayî; di Koma Zimanên Îranî de cih digire.”

 

“Zimanê Tirkî; ji Malbata Ural-Altay di koma Altayî de cih digire.”

 

Li Rojhilat; di Zimanên Kevn ên Îranî de Avestayî hatiye bikaranîn.

Li Rojhilat; di Zimanên Serdema Navîn de Soxdî û Sakayî hatine bikaranîn.

Li Rojhilat; di Zimanên Nû yên Îranî de Osetî û Pêştoyî hatine bikaranîn.

Li Bakûr: Medî, Partî, Belûcî û Kurdî hatine bikaranîn.

Li Başûr: Farisiya Kevn, Farisiya Navîn û Farisiya Nû hatine bikaranîn.

http://twitter.com/rukensarili

 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.

 

Yazarın Son Yazıları

30.Nisan.2014 Çarşamba
29.Ocak.2014 Çarşamba
13.Ekim.2013 Pazar
16.Mayıs.2013 Perşembe
09.Nisan.2013 Salı
06.Nisan.2013 Cumartesi
04.Mart.2013 Pazartesi
24.Şubat.2013 Pazar
19.Şubat.2013 Salı