17 Eylül 2019, Salı

Üst Menu

JI BO RASTNIVÎSÊ ÇEND NÎŞE

JI BO RASTNIVÎSÊ ÇEND NÎŞE

 

Tîpên Kelijandinê:

 

1)     Li gorî rêbazên rastnivîsê; Beriya tîpa ‘y’ tîpên ‘î-ê’ nayên bikaranîn, li tîpa ‘i’ yê vediguherin.

 

Mînak:  Şaş >> Ev dîyarî ji bo te ye.                                    Mînak: Şaş >> Ev, dêya hevala min e.

Mînak: Rast >> Ev diyarî ji bo te ye.                       Mînak: Rast >> Ev, diya hevala min e.

 

 

2)     Li gorî rêbazên rastnivîsê; Beriya tîpa ‘h’ (ji xeynî peyva cîhan) tîpên ‘î-o’ nayên bikaranîn. Tîpa ‘î’ li tîpa ‘i’yê, tîpa ‘o’ li tîpa ‘u’ yê vediguhere.

 

Mînak: Şaş >> Em ji cîhê xwe dûr ketin.       Mînak: Şaş >>  Divê em li hev gohdarî bikin.

Mînak: Rast >> Em ji cihê xwe dûr ketin.     Mînak: Rast >> Divê em li hev guhdarî bikin.

 

 

3)     Li gorî rêbazên rastnivîsê; Beriya tîpa ‘w’ tîpên  ‘u-û’ nayên bikaranîn, li tîpa ‘i’ yê vediguherin.

 

Mînak: Şaş  >> Navê xwesûwa wê, Berfo ye.                    

Mînak: Rast >> Navê xwesiwa wê, Berfo ye.

 

Di raweyên deman de bikaranîna lêkerên gerguhêz;

 

Dema ku lêker gerguhêz bin; Divê di demên borî de kirde her tim tewandî, bireser her tim xwerû be. Ji ber ku bireser xwerû ye, yekjimarî û pirjimariya bireserê bi lêkerê tê diyarkirin.

 

Mînak: Şaş >>   Min wan dît.

Mînak: Rast >> Min ew dîtin.

 

Di raweyên deman de bikaranîna lêkerên negerguhêz;

 

Dema ku lêker negerguhêz bin; Divê di hemû deman de kirde xwerû be.

 

Mînak: Şaş >>  Min çû, wê li dibistanê dît.

Mînak: Rast >> Ez çûm, min ew li dibistanê dît.

 

Qertafên ku lêkerên pêkhatî çêdikin, her tim li pêşiya lêkera xwe tên nivîsandin. Qertafên demê û hwd. nakevin navbera lêker û qertafa pêkanînê.

 

Mînak: Şaş >>  Ez avê divexwim. 

Mînak: Rast >> Ez avê vedixwim.

 

Lêker

 

Lêkerên hevedudanî; Dema ku navdêr bin, bi hev ve tên nivîsandin.

 

Mînak: Şaş >>  Perwerde kirina zarokan, karekî girîng e.

Mînak: Rast >> Perwerdekirina zarokan, karekî girîng e.

 

Lêkerên hevedudanî di rewşa tebatî de bi hev ve û bi awayê raderî (mastar) tên nivîsandin.

 

Mînak: Şaş >> Xwendekar hatin hişyar kirin.

Mînak: Rast >> Xwendekar hatin hişyarkirin.

 

Lêkerên hevedudanî di avaniya dançêker de bi hev ve û bi awayê raderî (mastar) tên nivîsandin.

 

Mînak: Şaş >>  Ew, dixwazin mala xwe bidin paqij kirin.

Mînak: Rast >> Ew, dixwazin mala xwe bidin paqijkirin.

 

Koka lêkeran di dema niha, dema bê  yan jî di raweya fermanî de tê bidestxistin.

 

Dema Niha: Xwendin: Di + xwîn + im.

Dema Bê: Xwarin:       Di + xw + im.

Raweya Fermaniyê: Avêtin: Bi + avêj + e/in!

 

Koka dema borî, di dema boriya têdeyî de tê bidestxistin. Bi gotineke din, hemû lêkerên bê rader di rewşa koka dema borî de ne.

 

Li Gorî Lêkerên Gerguhêz:      

 

Mînak: Min rojname xwend. Te heval dît. Wî li şanoyê temaşe kir.

Wê diyarî da. Me name şand. We xwarin xwar. Wan nivîs nivîsî.

 

Li Gorî Lêkerên Negerguhêz:

 

Mînak: Ez ketim. Tu hatî. Ew çû. Em n. Hûn fikirîn. Ew firîn.

 

Cînavk

 

Cînavkên “xwe” û “hev û din” hem di cihê hêmanên xwerû, hem di cihê hêmanên tewandî de

tên bikaranîn.

 

Mînak: Tu li xwe dinihêrî.                 Mînak: Em li hev û din dinihêrin

Mînak: Te li xwe nihêrt.                    Mînak: Me li hev û din nihêrt.

 

 

Cînavka “” û “” ne li gorî zayendê, li gorî deman peywirê digirin. Cînavka “kî” xwerû, ya

“kê” tewandî ye.

 

Mînak: Kî dipirse? Dîlan dipirse. / Baran dipirse.

Mînak: Kê pirsî?    Dîlanê pirsî. / Baranî pirsî.

 

Qertaf:

 

Qertafên veqetandekê (zayendê) her tim bi navdêran ve tên nivîsandin. Dema ku ev qertaf bikevin cihê navdêran ango di rewşa cînavkên xwedîtiyê de bin, cuda tên nivîsandin û li gorî rewşa dengdarî yan jî dengdêriyê, tîpa kelijandinê (y) digirin.

 

Mînak: (wekî qertaf) Ev, pirtûka min e.

Mînak: (wekî cînavk) Ev pirtûk, a min e.

 

Qertafên tewangê ji cînavkên kesane yên tewandî; “wî, wê, wan” pêk tên.

 

Î/nêr/yekjimar    Ê/mê/yekjimar      An/pirjimar

 

   

Ji ber tewang û ravekê, koka peyv û navdêran nayê wendakirin:

 

Çewt                           Rast

 

Tirkiyê                        Tirkiyeyê

Komelê                       Komeleyê

Rojnamê                     Ronameyê

Dîclê                           Dîcleyê

Licê                            Liceyê

Cixarekê                     Cixareyekê

Netewê                       Neteweyê

Nexweşxanê               Nexweşxaneyê                        

                   

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.

 

Yazarın Son Yazıları

30.Nisan.2014 Çarşamba
29.Ocak.2014 Çarşamba
13.Ekim.2013 Pazar
16.Mayıs.2013 Perşembe
09.Nisan.2013 Salı
06.Nisan.2013 Cumartesi
04.Mart.2013 Pazartesi
19.Şubat.2013 Salı
13.Şubat.2013 Çarşamba