17 Eylül 2019, Salı

Üst Menu

Ji Ramaneke Azad; Nêrîneke Objektîf

Ji Ramaneke Azad; Nêrîneke Objektîf

Kurdbûn barekî giran e. Lewra digel binpêkirina derveyî, dem bi dem xwe bi xwe jî eciqandin çêdibe.
 

Heta Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin, ked û heda Kurdan a biratiyê ya ji bo Tirkiyeyê diyar e. Piştî hatiye avakirin, tunehesibandina wan jî diyar e. 

Têkoşîna bênavber êdî bûye wekî qedera Kurdan û bê şert û merc li pişt pêşengên xwe rawestandî ne, ji şer û cengê re amade ne.
 

Lê gelo ramana vî gelî çiqas azad e? Çima dema qala partiyeke nû ya Kurdan dibe, berhevdanî derdikeve pêş û xwe bi xwe reşkirina navxweyî rû dide?

 

Li Tirkiyeyê bi dehan partî, her wiha bi sedan jî parlementer... Lê li ser navê van partiyan, ji bilî mijara pirsgirêka Kurdan, tu kes qala parçebûna Tirkiyeyê nake.  Lê dema partiyên nû ên Kurdan ava dibin, digel ku serdest bi avakirina van partiyan dikevin mitaleya yekîtiya wan, provakatorên navxweyî dest bi reşkirinê dikin û bi hinceta "Parçebûna Kurdan û Parçebûna Welatê Kurdan" berhevdaniyê dikin.

 

Li rastê welatekî xweser nîn e ku parçe bibe. Berovajî vê; welatekî parçebûyî heye û divê ev hewildan jî wekî hewildanên yekîtiya parçeyên welêt bên dîtin. Ji dîroka têkoşîna gelê Kurd û bi vir ve ye, armanca sereke ya hemû rêberan, çêkirina tifaqa gel û pê re jî azadkirina welatê Kurdan bûye. 

Tu rêberekî ji bo hebandina xwe pêşengiyê nekiriye. Mînaka vê yekê ya herî berbiçav jî gotinên Rêzdar Abdullah Ocalan ên ji bo Rêzdar Mesûd Barzanî ne: Rêzdar Ocalan bi riya nameyê ji bo Rêzdar Mesûd Barzanî gotibû; "Rêberê Nirxdar ê Gelê Kurd" Ji bo ked û xebata wî spasiyên xwe anîbûn zimên û gotibû; "Ez te ne tenê serokê Herêma Kurdan;  te wekî serokê her çar parçeyên Kurdistanê dibînim û vê şerefê didim cenabê te..." 
 

Bê şik û guman navên herdu rêberan jî di cîhanê de deng vedaye. Rêzdar Barzanî têkoşîna bav û bapîrên xwe ragirtiye, riya wan şopandiye û ala azadiyê li ser encamên xebata dilsoziyê hilkêşaye asîmên.
Tiştê ku nayê fêmkirin ev e; Dema rêberek bûbe vîna girseya gelekî, di nav şert û mercên giran de dîsa bûbe mejiyê vê girseyê û bi armanca hevgirtin û yekîtiyê, gotinên binirx ji bo rêberekî din ê Kurdan gotibe, çawa dibe ev gotin li bêjingê dikevin? Bi taybetî di medyaya civakî de reşkirinên wisa tên organîzekirin ku rûyê mirovan dişewite. 

 

Divê ne wisa be!
 

Di 19'ê meha çileya 2014'an de li Diyarbekirê gaveke ji bo avakirina partiyeke nû hat avêtin û di bin navê “Platforma Demokratên Kurd” de navenda PDK-T'yê hat vekirin. Çima ewqas ji navê vê partiyê saw hat girtin? Çima destûr nayê dayîn ku raman azad bin? Çima alternatîfên Kurdan tenê bi partiyekê bên sînorkirin? Diviyabû ev ji bo me hemûyan bibûya kêfxweşî. Diviyabû ev ji bo me hemûyan bibûya hêz, bibûya hesta piştgiriyê. An cihê serwer lê hebin cih ji biratiyê re nîn e? Pirsgirêka me ev e? Jixwe ya ku mala me xira kiriye jî ev tişt e...
 

Ji vir û demek berê Rêzdar Leyla Zana ji bo geşkirina hêviyên aştiyê gavek avêtibû û bi rayedarên hikûmetê re hin hevdîtin kiribûn. Dawî çi bû? Çend kesên ku nû hînî çend têgihên siyasî bûne,
bi taybetî bi navbeynkariya medyaya civakî, Leyla Zana kir hedef. Rexneyên vê yekê çi bin, jixwe di nav siyaseta BDP'ê ya navxweyî de hatibûn nirxandin. Û niha jî ji bo armancê  gengeşiya hatin û çûyîna siyasî tê jiyîn. Ango hemû reşkirin pûç derketin.
 

Niha jî:

 

Dîsa ji bo Partiya Demokratên Kurd a Bakûr qala navê Leyla Zana tê kirin. Dîsa heman gengeşî, dîsa heman gotegot. Lê bawer bikin wê dawiya van kirinan jî bibe aqûbeta mînaka li jor.  Lewra li ku derê dibe bila bibe, di bin kîjan banî de dibe bila bibe, dema armanca sereke berjewendiyên gel be, rastî riya xwe dibîne. 

 

Ew partiya di şert û mercên dijwar de ava bûyî, li ser bingeha xwe Kurdistana Başûr rizgar kirî, peyva “Kurdistan”ê di fermiyetê de rewa kirî, helbet wê ji bo gelê Bakûr nebe tirs û xof; wê li riyên azadiyê riyeke din zêde bike.

 

Ez wekî mamosteyeke Kurd, wekî nivîskareke Kurd, wekî ciwaneke welatperwer;  Piştgiriya PDK-T’yê dikim. Û hêvîdar im bêyî berovajîkirina armanca wan a jidil, hemû xwedî ramanên azad, piştiriya vê partiyê bikin.  Lewra ev gav bixwe jî encama têkoşîna gelê me ye, ji me re jî “Pîrozkirin” dimîne.

 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.

 

Yazarın Son Yazıları

30.Nisan.2014 Çarşamba
13.Ekim.2013 Pazar
16.Mayıs.2013 Perşembe
09.Nisan.2013 Salı
06.Nisan.2013 Cumartesi
04.Mart.2013 Pazartesi
24.Şubat.2013 Pazar
19.Şubat.2013 Salı
13.Şubat.2013 Çarşamba