23 Temmuz 2018, Pazartesi

Üst Menu

Kurd ji bo zimanê xwe karin çi bikin?

Kurd ji bo zimanê xwe karin çi bikin?

Her çiqas di warê sîyasî û neteweyî  de hişmendî û bîreweriya  Kûrdan roj bi roj zêde dibe jî, ji hêla bikaranîna zimên de Kurd gelek li paş mane.

 

Sedemên vê kambaxî  û sosretiyê, pirin. Li ser van sedeman gelek tişt hatine gotin û nivîsandin.

 

Îcar ji bo sererastkirina vê çewtiyê  Kurd karin çi bikin? Helbet tiştên bên kirin pirin. Her kes dikarê pêşniyarên xwe li gorî xwe rêz bike. Ez jî dixwazim  behsa  çend gavên pratîk bikim.

 

1. Kesên ku têkiliya wan bi medyaya civakî (wekî  twitter,facebook) re heye, karin fikr û ramanên xwe bi kurdî par vebikin.

 

2. Nivîskarên Kurd dikarin nivîsên xwe tenê bi kurdî binivîsin.

 

3. Pîşekar û bazirganên kurd dikarin navên kargeh û firoşgehên xwe bi kurdî deynin. Di dan û standinê de dikarin Zimanê Kurdî bikar bînin.

 

4. Piştî rakirina qedexeya li ser tîpên kurdî, Kurd karin navên kurdî li zarokên xwe bikin û navên ku di nasnameyan de çewt hatine nivîsandin, ji bo sererastkirinê ser lêbidin.

 

5. Paşnavên ku bi zimanekî biyanî li wan hatine kirin, ji bo gûhertinê karin ser li cihên fermî bidin.

 

6. Kurd dikarin di malên xwe de televîzyonên ji bilî kurdî qedexe bikin, an jî temaşe nekin.

 

7. Karin tenê rojnamê û kovarên bi kurdî bixwînin û tenê malperên ku bi kurdî  weşanê dikin bişopînin.

 

8. Dema em biçin saziyeke fermî, ji bo çêbûna hişmendiyê ku em bi zimanekî din zanibin jî em karin tenê bi kurdî biaxivin.

 

9.Di cihên wekî banqe, balafirgeh, postaxane, nexweşxane, şaredarî, hwd. ku ji bo xizmeta gel hene, em karin bi peywirdaran re bi zimanê xwe biaxivin; dema peywirdar nizanibin, em karin daxwaziya wergêr bikin.

 

10. Kesên diçin Mizgeftan ji bo xwendina xutbeya bi kurdî  û we’z û şîretên bi kurdî, karin miftî û meleyên xwe îqaz bikin.

 

11. Kurdên bawermend ku bi cimetan ve girêdayine û diçin sûhbetên olî, heke sûhbet ne bi kurdî be karin teklîfa sûhbeta bi kurdî bikin. (Dîn jî vî tiştî ferman dike. Zimanê teblîxê, zimanê gel e. Xweda, pêxemberê xwe bi zimanê gel şandine.)

 

12. Divê perwerdeya medreseyan teqez bi Zimanê Kurdî be.Tê gûhê me ku hinek Seyda û mûderisên medreseyan îcar dev ji Kurdî berdane û dersa feqiyan bi zimanekî din didin.

 

Ev xiyaneteke mezin e.

 

Lewra perwerdeya bi Zimanê Kurdî ya di medreseyan de kevneşopiyeke herî girîng e ku bi saya wê Zimanê Kurdî hatiye parastin.

 

13. Divê partî, saziyên civakî ,rêxistin, û komeleyên ku kurdan ava kirine, divê xebatên wan û zimanê daxûyaniyên wan bi kurdî bin.

 

14. Piştî rabûna qedexe û astengiyên li ser navên gund, bajar û bajarokên bi kurdî, divê gel ji bo lêvegerandina navên kurdî daxwaziyê ji cihên fermî bikin;serî li cihên fermî bidin.

 

Ez nabêjim bila kurd tev di malbata xwe de bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Ji xwe behskirina vî tiştî şerm e. Û pêdivî bi gotina wê jî tine.

 

Xaleke girîng jî ev e ku, destpêkê de divê em ji çewtî û xeletiyên rêziman , rastinivîs û rastaxaftinê netirsin. Dema me tirs û bizda xwe şikand û me sehwa xwe çinî, hinga em ê tema zimanê xwe yê şîrîn hilînin.

 

Ev pêşniyarên min bêhtir ji bo gel in. Kesên wekî rewşenbîr û zana ku pêşengiya gelan dikin, binbarî û berpirsiyariya wan bêhtir e.

 

Tiştên bêne gotin pirrin. Hûn jî karin gavên pratîk lê zêde bikin. Dem, dema  îlankirina seferbariyê ye. 

 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.

 

Yazarın Son Yazıları

21.Haziran.2015 Pazar
24.Mayıs.2015 Pazar
08.Şubat.2015 Pazar
31.Ocak.2015 Cumartesi
19.Ekim.2014 Pazar
30.Ağustos.2014 Cumartesi
07.Temmuz.2014 Pazartesi
14.Haziran.2014 Cumartesi