20 Haziran 2018, Çarşamba

Üst Menu

Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn

Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn

Şeva desrece aliyê jinan û rola Fato Korê ya di dawet û dîlanên Cizîrê de 

 
Fato Korê ew kesayetî bû ko hema bêje di hemû dawet û dîlanên Cizîrê de cî digirt. Dema navê dîlanê dihat halê jinên Cizîriyan hema çavê xwe li Fato Korê digerandin. Lewma stêrka wê şevê ew bû. Bêyî wê kêmasiya keyf û coşa dîlanê diyar dibû. 
 
Ka serê pêşî em Fato Korê nas bikin. 
 
Fato Korê, ko navê wê yê li gorî qeydê Fatma Savgu ye, di sala 1930-an de, li Cizîrê, li taxa Mîr’elî ji dayik bûye. Keça Birahîmê Xelef e. 
 
Fato Korê ji herdu çavên xwe kor bû. Di şevên davet û dîlanên Cizîrê de, li aliyê jinan li derfikê dixist û bere jî beste digot. Bi vî awayî, rengeke xweş dida dawetê. Jin jî tinê tinê/yeko yeko di ber derfik û besteyên wê de direqisîn. Dema dawet ber bi xilasbûnê ve diçû jî bi rêbazeke taybet gazî kesên xwediyê dawetê dikir û bexşîşa xwe ji wan distand. Holê gazî wan dikir: 
 
De bînin bînin, bînin, de bila lo lo de bila lo lo, de bila lo lo gewlazo. 
 
Fato Korê her wiha bi henekên xwe jî meşhûr bû. Di şevên dawet û dîlanan de meselok û kenokên xweş jî ji beşdarên dawetê re vedigot. 
 
Fato Korê, ji bilî şevên dawetan, di wan şevên ko bi boneya çûna hecê dihatin pêkanîn de jî tevlî şahiyan dibû û li gor zeman û zemînê carînan îlahî û qesîde jî digotin. 
 
Di sala 1986-an de çû ser dilovaniya xwe. Zewicîbû û diya çar zarokan bû. (1) 
 
Fato Korê bi giştî digel havala xwe Celo Korê tevlî şahîneta dîlanan dibû. Celo Korê jî mîna Fato Korê dengbêj bû. Ew jî ji herdu çavên xwe kor bû. Fato Korê ji aliyê henekan ve ji Celo Korê vediqetiya, ango Celo Korê ne mîna wê ehlê henekan bû. 
 
Şeva desrecê Fato Korê û Celo Korê li navenda dîlana jinan, li ciheke taybet dirûniştin û dest bi starên xwe dikirin. Starên wê “Kızım seni Ali’ye vereyim mi” ya tirkî ne tê de bi giştî kurdî bûn û beste bûn. 
 
Stranên wê ev bûn: 
 
— Birin birin Feyroz birin, ava mezin derbas kirin 
— Çelebî hey çelebî 
— Welleh Ferîde billeh Ferîde 
— Ciranê 
— Qumrîkê 
— Gewlazo 
— Narînkê 
— Fato gula tehtika 
— Xifşê 
— Lê lê Weso Wesîlayê 
 
Di nav wan de ya herî li pêş û ya kelecan têxist nav dîlanê jî “Gewlazo” bû. 
 
Di ber derfika Fato Korê û Celo Korê re jinên dawetî bi awayê “tenê tenê” yan jî “dudo dudo” ber hev re dihatin diçûn, direqisîn. Kêm caran jî mil ango govend digirtin. Jinên ko nereqisîbûna li ser kursiyên xwe dirûniştin û li wan temaşe dikirin. Fato Korê û Celo Korê dawa xwe vedikirin û bi vî awayî guhê wan li ser avêtina pereyên şabaşê bûn. 
 
Fato Korê nêzîkî dawiya dîlanê dest bi strana xwe ya navdar “Gewlazo”yê, bi navê dî “De bila lo lo”yê dikir. Fato Korê bi Gewlazo-re pere dixwest. Stran eve ye: 
 
De bînin bînin, bînin, 
De bila lo lo de bila lo lo, 
de bila lo lo gewlazo. 
 
Babê zavê bînin! 
De bila lo lo de bila lo lo, 
de bila lo lo gewlazo. 
 
Misk û emberê reşînin 
De bila lo lo de bila lo lo, 
de bila lo lo gewlazo. 
 
Bexşîşê jê bistînin 
De bila lo lo de bila lo lo, 
de bila lo lo gewlazo. 
 
Ay dîsa dîsa dîsa, 
De bila lo lo de bila lo lo, 
de bila lo lo gewlazo. 
 
Du kevok çûne lîsa 
De bila lo lo de bila lo lo, 
de bila lo lo gewlazo. 
 
Babê zavê namûsa 
De bila lo lo de bila lo lo, 
de bila lo lo gewlazo. 
 
De bînin bînin, bînin, 
De bila lo lo de bila lo lo, 
de bila lo lo gewlazo. 
 
Diya zavê bînin! 
De bila lo lo de bila lo lo, 
de bila lo lo gewlazo. 
…. 
 
Ji ber ko çavê Fato Korê nedidît yek li ber de dirûnişt û jê re behsa kesên li dîlanê cih girtine dikir û wê jî yeko yeko gazî wî/wê dikir. Kesê ko Fato Korê gazî kiribayê teqez diviya hatibûya dîlanê. Eger govend hebûya diçû serê govendê, eger govend nebûya bi navê “tinê tinê” welew bîskê jî be diviya bireqisiya. Dema gazî yekî kiriba navê wî jî dianî: “bînin diya zavê bînin, bînin xwîşka zavê bînin….” 
 
Ew jî dihatn li hindama wê radiwestiyan û pere diavêtin dawa wê de. Wê demê pere bi giştî yên zîv bûn. Pênc qurîş, deh qurîş, gellik gellik nîvbanknot ango pêncî qurîş bûn. Piştî pere dihat avêtin dawa wê de Fato Korê bi destê xwe kontrol dikir ka ew pere çiqas in. Eger mîqatara wî li gorî dilê wê bûya kêfxweşiya wê ji rûyê wê xuya dikir. Eger no, nerazîbûna xwe diyar dikir. 
 
Laqirdîheziya Fato Korê carînan sînor derbas dikir, nîvhenekî jî be dijûn dikir. Jin bûya û mêr bûya yên ko pere nedabûnayê yan jî ne li gorî hesaba wê bûya dijûn dikir wan. Ji ber wê çendê yên “ji xwe fihêt” hifza xwe jê dikirin yan jî bi awayekê memnûn dikirin. 
 
Fato Korê her dem li aliyê jinan bû, bes dawiya dîlanê ji bo ko hinek pere ji wan bi dest bixe diçû aliyê mêran jî û bi heman rêbaza xwe ya “gewlazo”yê gazî babê zavê, mamê zavê û lêzimên din yên zavê dikir û bi navê bexşîşê pere ji wan distand. 
 
Têbînî: Hersê beşên berê yên vê nivîsarê di kolumnên min yê berê de hatine belav kirin.  
 
 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.