22 Ağustos 2018, Çarşamba

Üst Menu

Nêrîneke Teolojik li Pirsgirêka Kurd

Nêrîneke Teolojik li Pirsgirêka Kurd

Qurana pîroz wekî her mijarê, di mijarên  civakî de jî rê û rêbazan nîşanî me dide.

 

Çawa di sirûştê de zagonên xweda hene û bûyerên sirûştî li gor wan zagonan tev digerin; tevgera civakî ji wisa ye.

 

Li gor zagona Xweda …”Têk çûn û têk birin bi dorê ye…” (quran) carinan netewek,carinan jî yê dijberî wî bi ser dikeve. Şer ê navbera Rûm û Farisan jî wekî mînak di quranê de tê vegotin.

 

Di vê mijarê de sineta Xweda ya duyemîn jî ev e ku, kî pir bixebite serkeftin a wî ye. yanî “…ji însên re tenê xebata wî heye…" (quran)

 

Sinet/zagona sêyemîn: “‘…eqîbet/ yanî encama herî dawî de serkeftin, ya xwediyê maf e.” (quran).

 

Kî li ser rastî û heqperestiyê be, ew dê bi ser bikeve… “heq, (maf/ xwedî maf) bilindtirîn e. Tiştekî jê bilindtir û mezintir nîn e. Ti tişt nikare heqîyê têk bibe” (hedîs)

 

“Xwedî mafî” ji serkeftinê re şertê yekemîn e. Lê bi tena serê xwe ne bes e. Divê amûr û navgirê gihîştina encamê, di pêşî de binpê nebin.

 

Dîroka mirovahiyê bi me daye hîn kirin ku serkeftina gelan bi yekîtî, xebat, desthevgirtin, xwendin(zanist) û hezjihevkirinê çêdibe.

 

Ti gel, bê yekîtî, xebat û dest hevgirtinê azadî û rizgarî bi dest nexistine.

 

Beriya her tiştî divê Kurd bi xwe bawer bikin ku ew jî wekî netewen din, netewekî cûda ne.

 

“…Ji bo ku hûn hev nas bikin ( û alîkariya hev bikin) me, we kirine millet bi millet, ‘êl bi ‘êl…” (Hucurat,13)

 

Seyda Bedîuzaman vê ayetê wiha şîrove dike: sedemê cûdatiya mirovan ji bo hev naskirin, zanîna mûnasebetên tevgera civakî, bi hev re alikarî û hez jê kirin e. Ne ji bo hev înkarkirin, înad, neyartî û dijminatiyê ye.

 

Sedemên cûdatî û îxtîlafa navbera Kurdan nezanî, belengazî, êlperestî û olperesti ne. Dijminê Kurdan her tim ji nezanî û belengaziya Kurdan îstifade kirine. Wan bi ol û ‘êl û berjewendiyên aborî xapandin e.

 

Dagirker ên Kurdistanê bi zanebûn Kurd ji hêla perwerdehî û zanistê ve li paş hiştin e.

 

Di dibistanê ku vekirine de jî, perwerdehiyeke nijadperest û îdelojiyeke kirêt dane zarokê Kurdan. 

 

Dîsa bi zanebûn herêmê Kurdan ji aliyê aborî ve li paş hiştin e. Kirine ku çavê Kurdan her tim li destê wan be.

 

Ji bo vê sedemê, alîkariyeke biçûk ji hêla dewletê ve wekî xelatek û minetek e mezin hatiye dîtin. Bi vî awayî gelek Kurdên belengaz, ji xwe re kirine bendevan û cerdevan.

 

Ji xwe pêşiyên me ne beredayî gotine: “çavê li deriyan xwelî li seriyan.”

 

 Lê îro êdî dem, ne dema berê ye. Gel şiyar bûye. Fend û xapên neyar bê encam mane. Ne dinya dinya berê ye, ne Kurd kurdên berê ne.  Kurdê ku bi êlê (eşîrtiyê) dihatin xapandin hema bêje ne mane, ê ku bi olê tên xapandin jî hindik in.

 

Heta ku qewmek rewşa xwe bi xwe ne guherînê, Xweda bi zor wan naguherîne…” (quran)

 

Evcar divê her tim em neyarê xwe sûcdar nekin. Divê rexneya mezin em li xwe bikin.

 

 Pêşiyên me gotine. “ çi tê serê quling, jî qêrîna quling e. Me ya xwe bi destê xwe bi xwe kiriye. Em ti car ne bûne yek. “…çi xerabiya ku tê serê te ji destê te ye…” (quran)

 

Gelo ti carî dijminan bi rehetî û bê tekoşîn, azadî danê gelekî bindest? Na. Min ne bihîstiye.

 

Di vê serdema dîrokî de kîjan partî, cemeet, û saziyên Kurd, xwe ji yekîtiya Kurdan dûr bixin, we di pêşerojê li hember dîrokê bi rûyekî sipî nikaribin hisabê xwe bidin. Wê rûreşî par a wan be.

 

Gelo Kurd tiştekî zêdeyî mafê xwe ji kesî dixwazin? Na.  Tişt a ji tevekê netewan re maf e, wî tiştî dixwazin. Çavê wan di dewlemendî û hebûna kesekî de tine. Daxwaza ziman, çand û tevekê mafên xwe yên xwezayî dikin.

 

Armanca Kurdan ne nijadperestiye. Nijaperestî,  bi qurpandina netewên din qelew dibe… lê Kurd tenê wekheviyê dixwazin.

 

Kî li hember vê daxwazê  derkeve, ew him li bal Xweda him jî li bal mirovahiyê sitemkar e.

 

Di vê serdemê de ji bo azadiya Kurdan hêviyeke mezin çêbuyê.  Ev hêvî bi ked û xwêdana tekoşêr û pêşengên gernas û egîd çêbûye.

 

Bûyerên ku îro li çar perçeyê Kurdistanê di qewimin, beriya vêga bi çend salan ku me di xewna xwe de jî dîtibûna me bawer ne dikir.

 

“…Xweda zindiyan, ji miriyan derdixe…” (quran)

 

Lê hê tiştê ku bêne kirin zehftirin. Divê her kes tişta ku ji destê wî were, bike. Fikr û baweriya yekî Kurd çi dibe bila bibe, dema mijar, mijara netewî be cûdatî û îxtîlaf heram e.

 

 Yekîtî û tifaqa li ser mijarên hevpar, pêwîstiya herî girîng e.

 

Bêtifaqî û dubendî, hêza netewî dişikîne. Xweda jî bi netewekî ji hev belavbûyî û feşkilî re alîkariyê nake.

 

“..Bi hevre niqaş/rikê nekin, naxwe hûnê ji hev belav bibin û wê hêza we bişike…” (quran)

 

Di dawî de em gotina xwe bi  şîreta Seîdê Kurdî ji bo Kurdan biqedînin: “Xwendin, xwendin, xwendin. Dest hev girtin, dest hev girtin, dest hev girtin”

 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.

 

Yazarın Son Yazıları

21.Haziran.2015 Pazar
24.Mayıs.2015 Pazar
08.Şubat.2015 Pazar
31.Ocak.2015 Cumartesi
19.Ekim.2014 Pazar
30.Ağustos.2014 Cumartesi
07.Temmuz.2014 Pazartesi
14.Haziran.2014 Cumartesi