17 Eylül 2019, Salı

Üst Menu

NÊRÎNÊN LI SER HEBÛNA ZIMÊN

NÊRÎNÊN LI SER HEBÛNA ZIMÊN

Gelo ziman çawa afiriye/ne?

Bi nêrîn û teoriyên cuda yên zimanzanan re, nêrîn li ser du esasan kom dibin.

1. Li gorî nêrîna yekemîn; Ziman ji çavkaniyeke îlahî tê û ev çavkanî yekane ye. Ango  Xwedayî  ziman ji mirovan re wekî diyarî daye û bi dayîna zimên, nirxên nû li nirxên mirovahiyê zêde kirine. Ji ber vê yekê jî dibe ku hemû ziman ji zimanekî zêde bûbin. Li gorî nêrînên gelek feylesof û zimanzanan, ji van kesên ku xwedî vê baweriyê ne re: “Monojenîst” tê gotin.

 

2. Li gorî nêrîna duyemîn; Ziman ji teoriyan pêk tê û ji çavkaniya îlahî nayê bawerkirin.

 Ji kesên ku vê nêrînê diparêzin re: “Polîjenîst” tê gotin. Li gorî kesên ku li ser vê baweriyê ne; Mirovan cara yekemîn bi jest, mîmîk û liv û tevgera dest û milan xwe derbirîne. Paşê jî remz û derketina dengî, xwe spartine zimên, peyv derketine holê û ev pergal roj bi roj pêşve çûye, bi pêşveçûnê re berfireh bûye.

Lê nêrînên zimanzanan ên li ser afirîna peyva yekemîn, ji hev cuda ne. Ne pêkan e ku zimanzan bi hemû zimanan bizanibin. Kîjan ziman kevn e, di ser kîjan zimanî re çend sedsal derbas bûne..? Ev jî teqez nayê zanîn. Ji ber vê yekê çavkanî yek be jî, ji yekê zêdetir be jî, afirîna peyva yekemîn pir girîng e. Li ser afirîna peyva yekemîn, nêrînên cuda hene.

 

TEORIYA DENGVEDANÊ

Teoriya dengvedanê, ji aliyê Max Muller ve derketiye holê. Li gorî vê nêrînê; Mirovan bi dengvedana heyînên ku deng derxistine, ziman afirandiye. Ango dengên ku di xwezayê de ne, hatine remzkirin, peyv hatine çêkirin û axaftin dest pê kiriye. Dengên çûk û ajalan, dengên ewr û ezmên û dengê avê, ji bo afirîna peyvan modelekê radixe ber çavan. Li gorî teoriya dengvedanê; Xizmtiya zimanan jî bi dengên dengvedanê ve girêdayî ye û xwe dispêre vê yekê. Ji xeynî vê, ev teorî  dengvedana peyv û dengên ku di zimanê zarokan de ne, wekî fermanê nîşan dide.

 

TEORIYA BANEŞANÊ

 Li gorî vê teoriyê, peyvên yekemîn ji baneşanan pêk hatine. Mirovan reaksiyonên xwe yên yekemîn li hember bûyerên ku di cih de diqewimin, hestên wekî bêhntengbûn û şaşbûnê bi riya baneşanê derbirîne. Her wiha ev baneşan hatine dubarekirin û peyvên din ji xwe afirandine.

 

TEORIYA KARÎ

 Li gorî teoriya karî, dema ku mirovan kar kirine û di wê dema ku kar hatine kirin de dengên ku derketine, ji mirovan re watedar hatine û ji wan dengan peyvên yekemîn afirîne. Ango çavkaniya zimên kar e. Dibe ku di vê rewşê de pêşî lêker derketibin û paşê ji lêkeran nav pêk hatibin.

 

TEORIYA DERÛNIYÊ

Ev teorî afirîna bingeha zimên bi deng, mîmîk û jestan diparêze. Kesên ku vê teoriyê diparêzin, zarokan mînak digirin û wiha dibêjin; “Zarok pêşî daxwazên xwe bi mîmîk û jestan derdibirin, dûre hêdî hêdî berê xwe didin peyvan.”

 Her wiha mirovan wekî ku zarokek kifş kiribe, ziman kifş kiriye. Pêşî ji bo her dengekî mîmîkeke paralel hebû. Ger ku wiha be, peyv ji mîmîk û jestan afirîne. Hestên cuda yên wekî birçîbûn û

bextewariyê, pêşî bi mîmîk û pê ve girêdayî bi qîrîn û miremirê xwe nîşan dide. Paşê dengên yekîteyî û tevgerên destan derdikevin holê. Di qonaxa dawîn de jî bi sembolan ango bi peyvan tên derbirîn. Dûre jî derbirînên bi wêneyî û nivîskî derdikevin holê.

 

TEORIYA HÎVÊ

Di sala 1922’yan de ev teorî ji aliyê zimanzanê Alman: Ernest Böklen ve hatiye diyarkirin. Li gorî nêrîna wî; Li hîvê hinek taybetiyên mîstîk hene. Mirovên yekemîn, teşeyên li ser rûyê hîvê şibandine devî. Wekî ku hîv axiviye fikirîne û bi remzkirina wê tevgerê teşe dane devên xwe. Her wiha peyvên yekemîn û ziman derketine holê.   

 

 http://twitter.com/rukensarili

 

 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.

 

Yazarın Son Yazıları

30.Nisan.2014 Çarşamba
29.Ocak.2014 Çarşamba
13.Ekim.2013 Pazar
16.Mayıs.2013 Perşembe
09.Nisan.2013 Salı
06.Nisan.2013 Cumartesi
04.Mart.2013 Pazartesi
24.Şubat.2013 Pazar
19.Şubat.2013 Salı
13.Şubat.2013 Çarşamba