18 Ekim 2018, Perşembe

Üst Menu

Qewlê Newala Sîseban

Qewlê Newala Sîseban

Bîsmîllahî Xaliqî, tû yî Rehîm û Rahman

Bi qewlê xwe sadiq î, tû yî elîm û sultan

Hemd û sena ji Xwedê rê, xaliqê erd û ezman 

Her tişt delîl in jê re, ew besîr e bê goman.

Ji paş hemdê bê hîdûd, selam l’nebîyê munewer

Xwedan meqamê mahmud, teqdîr bûye muqadder.

 

SUWARÊ XERîB

Ji serwerê enbiya dê bêjim yek xeberê:

Rojek qasidê xweda pal dabû li mînberê

Bi şîrînî û ecêba dikit qisa kewserê

Ew dem weke bablîsok, tozek rabû ji berjor

Gava bilind bû xubar, zahir bûye yek suwar.

Hat peya bû ew xerîb, pêlewanek bi îhtîşam

Selam veda li civatê, runişt ba nebiyê enam.

Pirsiye jê pêxamber: “ji ku ve têy ey mêvan”

Cewab daye ê xerîb: min dî qewmekî bi xeter

Rojek teyrek pir ecêb çiqas firî min da ser

Gava ku çûm va qesrek, bi lu’lu, dirr û mermer

 

Meydan bi talîm û cehdek, betl û egit bi cîdalî

Pirsî ji wan min pirsek, gote min yek rîcalî:

Melîkê wan miriye, qîzek delal jê mayî 

Dê wî betlî bistîne bi şertê wê divayî.

Yek kafirê leîn e, meşhur bi navê Xetruf,

Aşê zilme di gerîne, pêre hene çend ulûf.

gote wê: “min hilîne, ezim ji bo te hinkûf”

 

keçê cewab lê veda: “eger tu min dihebînî

serê Eli Û Ehmed gerek tu ji min re bînî”

ji nav hevçend esedan tu min ji xwe re hilînî.

Go: “min şertê te qebûl, ez ferdekî ferîd im

Dizanim fen û usul xwedyê gurz û hedîd im 
Çi hindik u çi mebzûl, neyara di perçiqînim.”

Pir pêhlewan û namdar, Nasranî û hem yehûd,

Senemperest û kuffar pêkve bi zirhê Dawûd.

Wî eskerê xwe kar bû, min anî ev xeber e,

Bawerîyam yek Xweda, Ahmed jî pêxember e.

Hubba te bi min şêrîne weke ava kewser e
 

DÛAYA PÊXEMBER, HATİNA CEBRAÎL

Ew seyîdê adnanê çok veda li ber mîhrabê

Dûa kir bal Rabbê  xwe ji bo ezm u qararê

Ew gav hatîye Cîbrîl, anîye vê xeberê:

Bi zane tu ey şerîf, ji bo te min anî selam,

Ji bal Xaliqê letîf dê béjim te ev kelam:

Dê bête ser te dijmin, bi êlek esker temam.

Ey rehmeta alemê rabe bibe delîle 

Tu herî sîsebanê, ey Ahmedê Xelîle.

 

BANGA HERBÊ

Ne seknî saet gavê li eshaba kir dengê,

Dengê Allah u ekber civand egidên cengê.

Ebubekir ferîde ji cih rabû weke şêr,

Hat Omerê şedîde pê re Elîyê Heyder.

Hem Osmanê zînnureyn, fedaîyê şefqetê,

Di gel eshabê guzîn mubeşşer bi cennetê.

Hat Ammar û Ebuzer, Talha di gel wî Zubeyr,

Xalid îbnî Welîde, hem Mîqdadê ciwanmêr

Seîd u Ebdurrahman, hem se’d û bavê Ubeyd.
 

NUKIRINA BEY’ETÊ

Eshab hemî Xezanfer, xwedan ewrad û hizba 

Hatin li nik pêxember pêşdarê herb û derba

Her yek hene pir hiner, alempesend mêranî

Ehd didane pêxember bi pesn û sidqê safî

Got: “ez Omer Farûk im min şûr û tîr lîbas in,

Emrê xwedan ser sera, hezar Umer fedabin.”

Xalid kurê Welîd e, gotî hebîbé enam:

“eşqa min pir şedîde, amade me her mudam.

Xeza gelek şîrîne, bi emrê Rabbê ezîz

Hildim ala îslamé biçim qewmê bê kîtab.”

 

Xweş hatîye pêş Miqdad, alagirê esker e,

Neyar ji dest wî bi zar pêşmergê pêxamber e.

Mûmîna dikit dilşad, ew şubhê xezanfer e:

“dê wan bikim bê binyad, bi hîmmeta serwer e.”

 

Hatin betlê dikamil teva wa’d da li ev hal,

Şec’an û xelqê adil pêkve rabûn bi can û mal.

 

Eshab mînanin şêran, tirs û xewf nema ji bo wan:

“em herb bikin li Sîseban, kar bikin riza û ridwan.

 

Bêşek kirin yeqînî, paşî cîyê wan kewser,

Bi tehlîl û bi tehmîd pêkve Allah u ekber.

 

Hatin ba nebî ebrar hezar elwan û terz e:

“me rih feda rîya heq, heta ku dinya lerze.”

Fedaiyê mal û can  nekirin qet texsîr e

Borîn deşt û mesîlan, dinya kirin ji bîre.

 

Çûn weke pêlê bahrê, ji bo rabbê şev û roj,

feda dikin mal û can, hiltînin zilm û zor e.
 

HERBA DEŞTA SÎSEBANÊ

Xuya dikir Sîseban, şubhê bîladê îrem, 

bax û baxçe û bostan, bi sûr û bircê muhkem.

Li deşta Sîsebanê zehf e eskerê kuffar,

bi şûr û rim û mirtal, hin peyan û hin suwar.

Xetruf ajot meydanê herb xwestîye bi yek car

Eshabîyek çûye wî, cîdal dest pêkir derhal.

Derbek ji wî yek ji wî, dor hev de çerx û dolab,

Şûrek weşandî kafir, şehîd kirî yê eshab

Xetruf şurê xwe hilda, meydan xwest ji bo qîtal,

Derhal çûyê yek eshab, bi Xetruf re kir cîdal.

Teqdîr bûye muqedder, şehîd bû ew jî encam,

Şahînet kir tev kuffar, mukeder ehlê îman.

Xetruf zehf wesfê xwe da, li meydanê da cirîd,

Resul izin ne dida, heta kafir daye qîr:

“Ka Elî, kaye Omer,li ku ye Ebubekir!

Ka muhacir, ka ensar,kaye Ahmed li ku der”

Resul izin da Elî:”bixwe hinek ta'ame”

Elî qesem kiriye: “bi min ve naçe yek luqme”

Heta nekim herbek zor, bi wî kafirê leîn re.

Elî ajot meydanê, Xetruf navê wî pirsî, 

Go ez Elîyê Heyder im, gewda di hêlim bê serî.

Cihê kafir cehennem, yê me keyfa kewserê.

 

Tirs kete nava Xetruf, navê Elî di nasî,

Elî dor de çû û hat, bi pêlewanî û gernasî.

 

Li Xetruf teng bû heyat, Elî şûrek lê weşand,

Serê kafir zeft nekir, çengê rastê jê qetand. 

Çara Xetruf ma bû rev, panî li hespê hejand.

 

Qewî bûne yê zeîf, eshab dane tekbîra,

li deşta Sîsebanê, êrîş dane kafira
Şubheta teyrê bazî, yan mînanî pilinga

dil de eşq, dest de şûr, safê neyar pelişandin,

Xetruf jî bû ji kuştîya, ê li pîya bezandin.

 

Serokwezîr ê husna, îman anî di dil da 

Omer dît ev elamet, vegerîya di cih da.
 

HERB A NEWAL A SÎSEBANÊ

Ku hêza Xetruf şikest, eshab girte newalê

Ensar û ehlê hîcret, tev çûne şubhê bayê

Bi eşq û hem şecaat ketne erdê husnayê.

Xweda wan bêxe cennet, dikin hemd û senayê.

Wan xeymeyê xwe vedan, xeza çiqas şêrîn e

Hemî bi keyf û şadî, didane hev mizgîn e.

Xwendin eşrê qur’anê “feqtulîl muşrîkîne”

Li hev civîyan neyar, tev mane di heyretê de,

Serqumandanê husna Eq’eq’ ê poz bilind e,

Ferman daye serbaz a: kîne ehlê qîtalê?

Bînin ji bo min îxbar bi teftêş u sûalê.
 

KUSIK YA RASTî DI BÊJE

Kusikê bi xaç û senem bi kitêb û zanîn e

Wî gotê: mîrê min ev koma Ehmedî ne

Çawa kitêb dibêje, ji bo me muqtedî ne.

Borîn hatî ji Eq’eq, çav li serî fireh bûn,

Dest avêt şûr û berçeq: “ dê wan rakim ji gerdûn”

 

Sond xwarî bi put û lat an, ewî daye nîdayê:

“dê rakim muşkîlatan ji bo xatrê husnayê”

Fetih bikim welatan wek wus’ata dinyayê

Bi herb û derb û lêpan dê wan bibim fenayê”

 

Gazî kir li egîdan, yekî ji wan xwe kar kir,

Wî şande şerê şêran bi meydan ve sîqal kir.

Hat nêzî ehlê tewhîd, zehf zêde qaleqîl kir,

Çûye wî ebu Ubeyd, serî bi mila ve jê kir

Eshab dane tekbîra, ereb sefê xwe rast kir
 

HERBEK JI HERBÊN MEZIN

Ev herb e herbek zor e, nîzamê ehzab,

Rabun bi gurz u şura betlê kufar u eshab

Ala ya kesk û sor e, alyê resûl eyan kir,

Eshabî hatin dore, şertê herbê beyan kir.

Xalid danîye jore, ji minawrê re kar kir

“dê kafir bikim kor e” kom ji komê cuda kir.

Beyreqa sor û zere, anîn nîvê meydanê,

Ket pêşya pêxembere, ya reb tu bikî îanê.

Li sefa pêş Omer e, çi eskerek rebbanî,

Fedayê pêxember e şûr û mirtal deranî.

Axleb esker civyane li ba ala sor û spî ye,

Ya reb nexî erdane, nîşana umumî ye.

Xîret dil de dikelîya, bi şingîna şerê mirsî.

Qewl u qesîdê herbê dixwendin erebîye.

Heft hezar ehlê tewhîd, ê muşrîk raser sî ye.

Dilxwaz digel mêranî di îmana qewî de,

Resul ê perwerdekar, bakir ibnî Welîd e:

“Hizbek bibe pişt neyar, here di cîyek xefî de”

Xalid û hem Miqdad e, ê din Omerê Xetab,

Hilanîn sê hezarek, pişt girtine li kuffar.

Berê xwe dan miradan bi eşq û ezm û qerar:

“em herb bikin li Sîseban, feda bikin mal û can.

Emrê Xweda ezîz kin, kar bikin riza û ridwan”

Murre derket meydanê, bê xwrînî çû qîtal,

Pêşya şerê tevayî, yeke yek ecêb dikirin cîdal.

Heta Murre şehîd bu ewî kuştî bîst û çar.

Mîqdat ajot meydanê: “cengawerek ferîdim,

Ez hatim te ey kafîr, heyfa Murre hilînim.

Mîqdadê erebî me, feda rîya Resûl im

Ji eşîra esedî me, betlekî bi şade şûd im”

Kafirê li meydanê newfel pêhlewanek bi heytehol,

Zahf wesfê xwe da echel, leyist liber dengê dahol.

Yeqîn ecel hatibû, Mîqdad derbek lê weşand

Bilind bû dengê tekbîr, serî ji gewdê wî firand.

Yek ji alîyê wan, yek ji terefê resul,

Dixwestin jî hevre meydan, cenga bi fen û usûl.

Cenga ceger û zanîn, cengewarên bi xap u lêp,

Ev roj e roja mêra, textê wan jî bûn rikêb.

Elî çûye meydanê, wî dîtiye yek siwar.

Wa hatîye qîtalê, wesfê xwe zahf da bêar.

Go: “ku tu bikî sualê, ez birayê serwer im,

Rihê betla dikim der, bi alayek ekser im.”

Qîrek dayê Elyê şêr, mîna şîqîna evra,

Go: “ez Elî b’nî Talîb, kurmamê pêxember im,

Dînbetalan dikim gêr, ji bo emrê yek Xweda”

Kafir zîvirî ba serwer gotê: “ew siwarê li meydan

Ew e Elîyê heyder, pêlewanê bi namewar,

Kî dişênî lazime zahf cengawer, du zirha jî vegirne

Ewî şandî berdewîl, pêhlewanek bi gêrewer

Ji Elî re kir qaleqîl: “zaroka nakim himber”

Elî gotê : “ey sefîl, nadim te qet ez mefer.”

Ew Elîyê rimbazî, leyîst li dora neyar,

Êrîş da şubhê bazî, weşandî yek Zulfîqar

Raxistî wî berazî, serî ji mila anî xwar.

Duvre hatîye kenger, ew mîna sayê sor e,

Xwe qet negirt li meydanê, wî jî xwar derbek dijwar.

Hêj negaşte cihê xwe, ji ser hespê kete xwar.

Yeko yeko hatinê heta esr, wî kuştî gelek kufar.

Eq’eq rabûye bi kîn: “ezê wî bikim xubar”

Xwe negirtî l’ber Elî, sereskerê pir kubar.

Revî Elî neda ser, xwe gihande ba kufar.

 

Neyar ji cih xwe rabûn, tev bihev re êrîş dan,

Cumle li Elî kar bûn, eshab firset neda wan

J’bo qîtalê tev bezîn, çûne koma xiraban.

Ev herb e herb e herb e, betla danîn hev derb e

Weşandin gurz û şûra laş ketin mîna belg e.

 

Xalid li pişt zîvirî bi çend hezar suwarek,

Ala ya kesk û sor e, Allah Allah tebarek,

Tekbîr didan cindîya, navê Xwedê mubarek

Muddeta çend saeta kuştine bîst hezarek.

 

Ber Muhammed selewat, zafer stand ehlê îman,

Husna hate hewale, dinya lê bûye duman.

Birîndarê wan li meydanê bizarîn û bifîgan,

“nasrun mînallahî” hat, bi tewfîqa kerim e

Eshab kuffar kirin mat, şerê wan pir xerîb e

Wezîr hat ba pêxember gotê: “tuyî taca ser,

Îman tînim bi Ehed, hem bi qasidê wî Ehmed.”

Hat nusreta eshaban, Xweda kiriye îhsan,

Husna jî misilman bû, dilhebîna Sîseban.

Serekwezîr bu milûk, husna jî lê mahr kirin,

Rakirin zilm û zorê edla Xweda rastkirin

Meqsed ku bûye hasil, qesda Medînê kirin.

 

*Seydayê Bedîuzeman Seîdê Nursî, derbarê  “Qewlê Nevala Sîseban” da wiha gotîye:
"Sahabelerin gazavatına dair Kürtçe QEWLÊ NEWALA SÎSEBAN namında destan vardı. Onun ilahi tarzındaki tabii nazmına ruhum hoşlanıyordu. Ben de kendime mahsus onun tarz-ı nazmını ihtiyar ettim" (Nursi, Sözler, s. 634)

Dema ez leqayî van rêzikan hatim, dîtin û xwendina vî qewlî ji min re bû meraq.

Min destxetê wê bidest nexistin; lê  fotokopiya wê li bal camêrekî bû.

Piştî demeke kin  pirtûka gorbihûşt a Ebdullah Varli ya bi navê “DÎWAN Û GOBÎDEYÊN EHMEDÊ XANÎ YÊD MAYÎN” ku ji aliyê weşanxaneya Sîpan ve di sala 2004an de li Stenbolê hatiye çapkirin kete destê min.

Di vê berhema bêhempa de “Qewlê Newala Sîseban” cihê xwe girtiye. Lê mixabin forma ku wekî fotokopî ketiye destê me û ya ku  di pirtûka gorbihûşt VARLI de ye ji hev cûda ne.

Her çiqas naverok û mijar yek bin jî, ji aliyê teşe û nezmê ve ferq di navbera wan de heye.

 Varli, di destpêkê de li ser wateya peyva “sîseban” disekine û çend çavkaniyên dîrokî di vê mijarê de pêşkêşî me dike. Çavkanî ev in:1- Waqidî  2- Belazûrî 3- Maqdîsî 4- Şemseddin Samî 5- Qezwînî    û tevlî pirtûkên wan ên navdar.
Ev dastan di wêjeya kurdî de cihekî girîng digire, lê mixabin heta vê demê li serê, xebateke zanistî ne hatîye kirin. Min ev qewl di demeke borî de di malpera Mezopotamya da jî weşandibû. Lê mixabin ji hêla rêziman de gelek kemasî tê hebûn. min careke din ber çav re derbas kir.

Ji bo bidestxistina van çend malikên “Qewlê Newala Sîsebanê ” ez spasî birêz Salih Akgûl dikim. Hevîya min ew e ku ez tevî bi dest bixim û bi şeklekî paqij biweşînim.
 

 

Amadekar: Süleyman AKKUŞ

 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.

 

Yazarın Son Yazıları

21.Haziran.2015 Pazar
24.Mayıs.2015 Pazar
08.Şubat.2015 Pazar
31.Ocak.2015 Cumartesi
19.Ekim.2014 Pazar
30.Ağustos.2014 Cumartesi
07.Temmuz.2014 Pazartesi
14.Haziran.2014 Cumartesi