25 Kasım 2017, Cumartesi

Üst Menu

Selahedîn Demîrtaş û “Ne”Neteweperweriya Wî

Selahedîn Demîrtaş û “Ne”Neteweperweriya Wî

Min bixwe soz daye ku di nav serok û siyesetmedarên Kurdan de kîjan ji wan ji gelê Kurd re tiştekî baş bêje û tiştekî baş bike ez ê wî teqdîr bikim, tiştek nebaş jî bêje ez ê wî rexne bikim, ku li gorî min her kurdekî ê devê wî bigere û destê wî pênûsê bigire divê welê be. Divê Kurdên Başûr be, divê yên Bakûr be, yan jî Rojhilat û Rojava ve ez cudayiyê naêximê.

 

Birêz Selahedîn Demîrtş, di hevpeyvîneke xwe de holê gotiye “Ez ne neteweperwerê Kurd im.” Bi rastî ev gotina wî li min gelek giran hat. Ez bawerim eger ev gotina wî ne taktîk be tê wê wateyê ku birêz Demîrtaş, li gorî wî naxwaze xwe têxe qalibeke teng a netewperweriyê. Hal bi hal gerek perperdeyiya ku birêz Selahedîn Demîrtaş dîtî gerek jî salên ku di nav têkoşînê de derbas kirî diviya pê bida zanîn ku:

 

1-  “Neteweperweriya neteweya bindest rewa ye,

 

2- Neteweperwerî û neteweperestî ji hev cuda ne

 

Li gorî xala pêşîyê ku neteweyek bindest be, hemû mafên wê yên siyasî, çandî, dînî hatibe binpêkirin, ji takekesên wê re, xasma ji rewşenbîrên wê neteweyê re rewa ye, heta mirov dikare bêje ji alîkê ve pêwist e ku neteweperwer bin. Baş e, ev neteweperweriya wî dê heta kengê dewam bike? Dê hetanî ew netewe jî derkeve sewiyeya neteweyên dî. Wek tê zanîn welatê Kurdan ji peymana Qesra Şêrîn a 1639-ê ve heta niho hatiye perçekirin. Ji wê mêjoyê ve heta niho gelê Kurd ji welatekî azad dûr dijî. Her demî daxwaza wî ew bûye ku di welatê xwe bixwe de bi awayekî azad bijî. Ji ber vê çendê çendîn caran serê xwe li ber dagirkeran rakiriye, bes negihîştiye armanca xwe. Piştî Şerê Cîhanê Yê Yekem Kurdistan careke dîn hat dabeşkirin û li ser xaka wî bi navê Iraq û Sûrî du dewletên nû hatin damezrandin.

 

Piştî vê dagirkirin û dabeşkirina dawî, xasma li Kurdistana Bakûr zordestiyeke ji hedê der li ser gelê Kurd hate meşandin. Zimanê wî hat qedexekirin. Bi qetlîaman re rûbirû ma. Rewşenbîrên wî yan hatin qetilkirin yan di heps û zîndanan de riziyan. Di salên dawî de dewleserê têkoşîna gelê Kurd ev zordestî hinekê kêm bibe jî lê hêjî bi tundî berdewam e.

 

Vaye birêz Selahedîn Demîrtaşê ferdek ji vê netewaya behsa wê hatî kirine û  îro bi saya dengên wê netewaya holê bindest û perîşan bûye parlamenter. Îca ma mafê wî heye ku rabe bêje “ez ne neteweperwer im” Ev gotina Demîrtaş tê wateya ku heçko holê gotî “ez ji gelê Kurd heznakim.”, yan jî “gelê Kurd ne di wê rewşê de ye ku hetanî ez vê hesta xwe ya hezjêkirinê hemûyê bidim wî.”

 

Xala dudoyê ku neteweperestî ye, ne ew temê em hemû di hember wê de ne û em hemû dixwazin ku ew fikra nehs li ser rûyê erdê nemîne, tûvê wê biqele. Lewra ji peyva wê ya “perestin”ê jî diyare ku nijadperestî ye. Perestin wek tê zanîn tê wateya îbadetê. Yanê kesê neteweperest be ew îbadetê ji netewaya xwe re dike, netewaya xwe ji xwe re dike îlah.

 

Xetereyeke din a vê ramana birêz Demîrtaş ewe ku wê ew fikir bandoreke neyînî deyne ser rewşenbîrên gelê Kurd. Wê ew bibe sedem ku ew jî welê bifikirin ku ev jî ji paşeroja gelê me re ne nîşaneyeke xêrê ye.

 

Wek encam erê em gelê Kurd neteweper in. Divê birêz Selahedîn Demîrtaş jî cudayiya di navbera neteweperwerî û neteweperestiyê de baş zanibe, li gorî wê tevbigere. Ya ji hemûyê jî girîngtir, divê gelek baş zanibe ku netewaya Kurd hêjî hewceyî neteweperweriyê ye. Ev hewceyiyê wî dê hetanî ku derkeve sewiyeya gelên dinyayê, xasma derkeve sewiyeya netewaya van hersê dewletên ku zulmê lê dikin berdewam be.

 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.

 

Yazarın Son Yazıları