17 Eylül 2019, Salı

Üst Menu

Welat û Rexne!

Welat û Rexne!

Te çi dît û çi nedît welatê min. Hebûna te her tim bû kelemên çavên mêtingeran. Hêjahî her tim mehkûmê armanca bidestxistina çavnebaran e, nirx her tim armanca binpêkirinan e. Te çi dît û te çi nedît welatê min. Lê bila dilê te ji kirinên pergalên neyaran nemîne. Hêjahî û nirxa te dibe sedem ku ewrên reş ên tarî li ser av û axa te digerin. Bila dilê te nemîne welatê min...

 

Bila dilê te bimîne ji zarokên av û axa te ku îxanet li hebûna te dikin. Bila dilê te bimîne ji mêjiyên wan ên pûç ku li peyî berjewendiyên xwe yên biçûk digerin. Bila dilê te bimîne ji xwefiroşan welatê min.  Tu yê her hebî, lê zarokên axa te ya qedîm dê çawa bi wî wijdanê xwefiroş û nerihet bijîn? Ji roja tu bûyî rûpel û li dîroka mirovahiyê vebûyî, ma ne ew kes in ku şelaqî ji neyarên te re dikin û çengek ji xweliya te li serê xwe dikin? Kurmê darê ji darê ye welatê min! Gelek welatên wekî te hebûn, bi yekîtiya zarokên xwe hebûna xwe dan qebûlkirin.

 

Tu ne xizan î welatê min. Lê tu ne xwedî mal û milk î. Tu ne bêkes î welatê min, lê li dora te dilsoz kêm in. Tu ne bê nasname yî welatê min, lê zimanê te tuneye. Ger ku tu xizan bûyayî, mêtinger li dora te nediçûn û nedihatin, nedirijandin xwîna dilsozên te. Ger ku tu bêkes bûyayî, şêr û şervanên te ji bo çengek axa te hineya xwe li gorên xwe nedidan. Ger ku tu bê nasname bûyayî, hebûna te nedibû methiye û li cîhanê ewqas belav nedibû.

 

Xwezî devê te bigeriya û te ya dilê xwe vegota; “Ey av û axa min a pîroz! Ey zarokên min ên bindest! Çima hûn wekî hev tevnagerin? Çi bi we hatiye ku hûn yekîtiya xwe pêk naynin? Ka Şêx Saîd, ka Seyît Riza, ka Qadî Mihemed, ka bi hezaran şêrên ku ji bo min têkoşiyan? Kê aqûbeta wan diyar kir? Ger ku hûn di pişt birayên xwe de nebin amûr, kî ye ku ewqas jêhatî be û li ber sekina we derkeve? Nekin! Hûn îro hebin jî ez ê hebim, hûn tunebin jî ez ê hebim. Tenê nebin ewrên reş, nebin şerma rûyê neviyan. Ger ku hûn ê ji bo azadiya min tênekoşin, ji bo bindestiya min jî tênekoşin. Ger ku hûn dest nadin destên birayên xwe, destên xwe ji destên neyarên min jî bikêşin!

 

Ger ku navê min li ser we ye, li navê min xwedî derkevin! Ez nebûm amûr, çima hûn hewil didin ku bi destên xwe min bikin amûr? Ez av im, ez ax im, ez welat im... We ez kirim çar parçe bi nezaniya xwe, ez ew im... Dest bidin hev, mil bidin hev, pişt bidin hev, dil bidin hev, soz, bidin hev! Azadiya min di van riyan de derbas dibe! Her yek nebe seriyek, barê aqilê sivik li min bar nekin! Ez welat im, hebûna min tune nekin! Dewlemendiya min talan nekin! Bextê min xirab nekin! Çarenûsa min neçar nekin...”

 

Gelek gelên bindest hebûn ku bi yekîtiyê welatê xwe rizgar kir. Lê belê tu welat nîn in ku li hember îxanetên navxweyî li ber xwe dan û hebûna xwe dan qebûlkirin. Rol û rist li vê derê berovajî bûne. Welat li hember welatiyan têdikoşe. Gel dilsoz e, dest vala ye. Gel xizan e lê dil daye azadiyê. Lê yên ku xizaniya azadiyê didin bi dewlemendiya bindestiyê, hûn ê çawa li hember welat û gelê azadîxwaz  hesab bidin? Ma ne wê dîrok navê we bi pênûsa reş li ser kaxezê spî binivîse. Dilsoz li ber xwe didin, welat dinale...   

 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.

 

Yazarın Son Yazıları

30.Nisan.2014 Çarşamba
29.Ocak.2014 Çarşamba
13.Ekim.2013 Pazar
16.Mayıs.2013 Perşembe
06.Nisan.2013 Cumartesi
04.Mart.2013 Pazartesi
24.Şubat.2013 Pazar
19.Şubat.2013 Salı
13.Şubat.2013 Çarşamba