25 Kasım 2017, Cumartesi

Üst Menu

Xwezayî an Çêkerî: Kîşan Çurreya Ziman bi Hêztir e ?

Xwezayî an Çêkerî: Kîşan Çurreya Ziman bi Hêztir e ?

Zimanê çêkerî tê wê wateyê ku zimanek ji alîyê dengnasî, rêziman an jî peyvnasî ve ji aliyên mirovan ve were sazkirin. Zimanê xwezayî jî xweyî wateyetî wêkê ye ku zimanek bi serê xwe bê alikarîya zanyarî yan jî bê ku destê mirovan lê bikeve bi herikandina demê ve biperese (Tirkî: Evrîmleşmek).

 

Zimanê çêkerî yan jî plankirî di navbera zimanzanan de wekî “conlang” tê zanîn. Li vir pirsek dikare were kirin. Çire zamanê çêkerî ji aliyên mirovên nûjen ve tên afirandin?

 

Hêsankirina ragihandina di navbera mirovan de, afirandina cîhanekî çêkerî ya hevbeş, pêkanîna çerbandinên linguîstik, derxistina afirandinên hûnermendî, leystokên jibo ziman dikarin di nav sedemên derketina zimanên çêkerî de werin hejmartin. Zimanê herî navdar di nav yên çêkerî de Esperanto tê hesibandin, dûvre yên İnterlingua, Klingon, İdo, Esperantido, İdiom Nötral û Mondolingue tên.

 

Jiber ku ev ziman ne di peresendina demê ve derketin holê, zarokên mirovan dikarin van zimanan bi hêsanî derbasî zarokên xwe bikin. Ji aliyê din ve avadayîn û  watenasîya zimanên çêkerî tev nabe wekî wan yên xwezayî. Dîsa çûreyên domeyna(domain) linguîstika zimanên çêkerî naşûbe wan yên xwezayî. Belkû avadayîn û watenasîya zimanê xwezayî- lê ne çêkerî -bi riya genetîk xwe dihonînin, xwe cih dikin û nifş bi nifş jiyandinekî ji xwe re diparêzînin.

 

Gelo em dikarin bibêjin sedemî ku Zimanê Kurdî ne zimanekî çêkerî ye dagirkeran yan jî polîtîkayên fermî yên kevnare û modern, ku dixwestin vî zimanî bindest û dillezîz ji holê rakin, serneketin?

 

Bêyî ku em mîjarê kûr bikin werin em rêntina xwe li vir piçek detay/kîtekît bikin. Li Tirkîyayê ji aliyên hinek koman ve dihat gotin ku Zimanê Kurdî çêkerîye. Ji aliyê hinek komên din ve dihat gotin ku Zimanê Kurdî zimanekî wisa ye ku Kurd bi xwe jê fem nakin jiber ku ev ziman tevlîhevîya zimanên din yên wekî Erebî, Farisî yan jî Tirkî ye. Heta çend sal berê, mirovên ne ji rêzê; yên navdar jî wekî zanyar û konevanan/polîtîkavanan vê ramana zenggirtî ji devê xwe derxistin ango anîn ziman. Ez nabêjim ji devê xwe pekandin, jiber ku ev tê wê wateyê ku kesek tiştan vedişêre lê kengê context mûsaît dibe bê hemdî van derdikeve holê.

 

Na ! bi bi pêşbînîyekî gelek mezin ev ne wisa ye. Belkû evan kesan tev jî bi hemd û hişê xwe vê tiştê bilêvdikirin/bilêvdikin. Jibo mînak ez dikarim mirovekî belkû herî baş ji hûmûmata îro tê dîtin bidim nîşan. Cigirekî hûmata îro çendekî berê dema gûftogeh li ser zimanê perwerdeyî li Tirkiyê dihat kirin got ku Zimanê Kurdî têra zimanê perwerdeyî nake. Li vir mirov dikarê çend pirsan bike, gelo tu vî zimanî dizanî? Gelo te baş lêkolîn kiriye? Ango te ev şîrove ji hinek mirovên nîjadperest/nasyonalîst standîye?

 

Ev ramana kevneşopî li vir bimixabin wetakî xweyî rehên çûr bi çûr e.

 

Bi kûrtayî dikare ev mîjar wisa were diyarkirin. Eger Zimanê Kurdî zimanekî çêkerî bûya yanî ne zimanekî xwezayî bûya dê di encama qedexekirina bi deh yan jî bi sedsalan bihata tunekirin ango jibîrkirin/dayîn jibîrkirin.

Ji wekê jibîr neke ku bavûkalên te vî zimanî jibîrnekirin, tu jî wî jibîrneke û nede jibîrkirin.  

 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.