17 Eylül 2019, Salı

Üst Menu

Zarok û Perwerdehî

Zarok û Perwerdehî

Zarok, ji bo dahatûya gelan hîmên bingehîn in. Ew hîm çiqas bê kêmasî bin, dê ewqas sûdewar bin. Hemû civak di pêşketin û pêşvebirina welatîbûnê de bi pergalên cur be cur, li ser girîngiya pêşerojê disekinin. Yek ji van pergalan jî ‘Pergala Perwerdehiyê’ ye. Pergalên perwerdehiyê yên her dewletê, li ser bingeha derûniyê tên avakirin. Di van pergalan de nirxên neteweyî, civakî û çandî tên parastin û li gorî pîvanên heyî, asta van hêmanan tê diyarkirin. 

 

A rast, perwerdehiya zarokan ji zikmakî ve dest pê dike. Zarok wê demê derûniya dayîka xwe fêm dike û digel şadî û xemgîniya dayîkê, hin refleksan nîşan dide. Zarok zimanê ku dê pê biaxive, ji zikmakî ve dibihîze. Bihîstina zimanê dayîkê, hîn di malzarokê de di mêjiyê wî/ê de bi cih dibe. Lewre zimanê civakan bi serenava; “Zimanê Dayîkê/Zikmakî” tê binavkirin. Li vê derê girîngiya rista jinê ya li ser zimên xwe di carekê de dide der. Ango di jiyana zarokî/ê de perwerdekara yekemîn, dayîk (jin) e. 

 

Piştî ku zarok ji dayîka xwe dibe, çavên xwe li cînaheke nû vedike. Ew zarok roj bi roj ji hêla mêjî û bedenê ve pêşve diçe. Dîsa di pêşveçûna mêjî û bedenê de rista diyarker, zimanê dayîka wî/ê ye. Ji ber ku hemû xewn û xeyalên xwe bi wî zimanî dijî û derûniya xwe li ser vî zimanî tekûz dike. Zaroka/ê ku heta şeş saliya xwe di cîhana xwe de dijî,  ji vî temenê xwe bi şûn de bi destpêka dibistanê re cîhana xwe hinek din jî dorfireh dike û ev pêşveçûn xwe bi vê pergalê bi rê ve dibe. 

 

Wekî ku me got; Her civak xwedî pergalekê ye û ji bo dahatûya civak û netewebûnê, ev pergal tê birêvebirin. Ev yek ji bo zarokên neteweyên din hatiye diyarkirin. 

 

Lê civaka kurd/an? Ya herî girîng; lê zarokên kurd/an?

 

Ev zarok, heta şeş saliya xwe di cîhana xwe ya rengîn de ne. Her tişt bi rêk û pêk, li gorî dilê wan dimeşe. Lê piştî vî temenî ango bi destpêka dibistanê re ev cîhana rengîn ku zarokan ji xwe re afirandibû, ser û bin dibe. Zarok bi zimanê dayîka xwe difikirin, bi zimanê dayîka xwe hest û ramanên xwe derdibirin. A rast, destpêka dibistanê ji bo zarokên kurd dibe destpêka travmayeke dijwar. Ji ber ku li wê derê zimanekî din heye. Zarok difikirin; ‘gelo ku ev ziman be, yê ku heta niha pê diaxivîn çi ye?’ Rewşa derûniyê rê li ber vedike ku zarok kêlî bi kêlî ji zimanê xwe aciz bibin û bi demê re nexwazin wî zimanî bi kar bînin. Zarokên ku heta niha xwe wekî kurd nas dikir, her sibeh li ser nijadeke din sond dixwin û bi ser de jî hebûna xwe diyariyê hebûna wê nijadê dikin. Her wiha ev rewş bi wan re dudiliyekê diafirîne û ramana;  “Ez kî me?” çêdike. 

 

Cîhaneke biyanî, ji mamosteya/ê xwe fêm nakin, ji hevalên xwe fêm nakin... Heta ji bo nefêmkirinê  rastî tundiyê jî tên. Ji aliyê hevalên xwe ve wekî kesên kêm tên dîtin. Ev jî dibe sedem ku ew xwe di nav valahiyeke kûr de û bi tenê hîs bikin. Di encama vê valahiyê û hewldana hînbûna zimanê dibistanê de derûniyeke nebaş rû dide û zarok di nav aşê pişaftinê de ber bi helînê ve dimeşin.  Ji ber vê yekê divê bê zanîn ku dibistan ji bo zarokên kurd, navendên pişaftinê yên pergalê ne. Li van navendan polîtîkayên pişaftinê bi rêk û pêk tên meşandin. Ji ber vê yekê ye ku têkoşîn li ser bingeha ziman û nasnameyê tê meşandin. Ji ber vê yekê ye ku daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî li qadan olan dide. Ev daxwaz, ne tenê dirûşim e. Ev daxwaz, pêşîlêgirtina polîtîkayên tunehesibandinê ye. Lewre barê herî giran li ser milê siyasetmedaran e. Beriya her tiştî divê siyasetmedar li zimên xwedî derkevin. Gelê kurd, gelekî fedakar e û her ji bo berxwedanê amade ye. Xwedîderketin jî di pratîkê de xwe dide der. Dema ku em bi zimanê serdestan doza zimanê xwe bikin, xirabûna cîhana zarokên me dê her bidome...      

                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                        

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.

 

Yazarın Son Yazıları

30.Nisan.2014 Çarşamba
29.Ocak.2014 Çarşamba
13.Ekim.2013 Pazar
16.Mayıs.2013 Perşembe
09.Nisan.2013 Salı
06.Nisan.2013 Cumartesi
24.Şubat.2013 Pazar
19.Şubat.2013 Salı
13.Şubat.2013 Çarşamba