18 Ekim 2018, Perşembe

Üst Menu

Zimanê kurdî dîsa sêwî ma

Zimanê kurdî dîsa sêwî ma
Di vê hefteya ko em tê de ne perwerdeyiya heyama 2013/2014-ê dest pê dike. Kurdistan jî tê de li tevahiya Tirkiyeyê dibistan vedibin û wekî her sal dîsa perwerdeyiyeke bêyî kurdî dest pê dike. 
 
Di serî de bajar, bajarok û gundên Kurdistanê li her deverên ko kurd lê dijîn zarokên kurdan wê dîsa herin li ber deriyê dibistanan û wê bi awayekî fermî û di bin çavdêriya mamosteyan de du derewên mezin bikin. Di derewa ewil de wê bikin qîr û hawar û wê bibêjin: 
 
“Ez tirk im!” 
 
Derewa dudoyê jî bi derewa ewil ve eleqedar e û lê belê hîn xirabtir û kambaxtir e: 
 
“Ez rastgo me!” 
 
Hem derewan bi wan bide kirin hem jî bi wan bide gotin ko ew derewan nakin. Wê dîsa zarokên kurd bikin qêr û bêjin: 
 
“Çi xwezî li wî yê bêje ‘ez tirk im’” 
 
Ew zarokên ko hêj nû hînî axaftinê bûne wê ne bi heyîna netewaya xwe, bi heyîna netewayeke dî, netewaya ko netewaya wî û zimanê wî înkar dike, şanaz bibin: 
 
“Heyîna min diyarîyî heyîna tirkan bibe!”
 
Piştî ko zaroka kurd “heyîna” xwe diyarîyî “heyîna” tirkan kir wê ji aliyê mamosteyê tirk ê nijadperest û mamosteyê kurd ê xafil ve “aferînek” welê bistîne ko dotira rojê hêj zîndetir biqêrin. 
 
Wê ew zarok werin malê û wê ji rengê zer re bêjin “sarı” û wê ji keskî re bêjin “yeşîl”. Wê ji “bîstê” re bibêjin “yîrmî”. Dema dê û babên wan behsa zer û kesk û bîstê jî kir wê ecêbmayî bimînin. Heta wê di bin lêva xwe de bikenin jî. Li vê neyartiya sosret binêrin! 
 
Gelo ew zaroka kurd ya ko hê di biçûkatiya wî de hînî derewan bê kirin, di jiyana wî ya paşerojê de çi qencî jê tê hêvî kirin? Divê pispor li ser wê rawestin. Ev mijareke dî ye. 
 
Belê zaroka kurd, kurd e. Diya wî kurd e, babê wî kurd e, bapîrê wî kurd e. Ava ko vedixwe ava kurdan e, hewaya ko hildikişîne cegera xwe hewaya kurdan e, erdnigariya wî kurdî ye. Welatê wî welatê kurdan e, ango Kurdistan e. Tu eleqeya wî bi tirkîtiyê û tirkbûyînê ve ve tune ye. Lê ew zîhniyeta hakim eve serê heştê salan e bi darê zorê wan derewan pê dide gotin û miletê wî lê dide înkar kirin, wî ji miletê wî dide dûr xistin. 
 
Ev serê heştê û qusîr salan e polîtîkayeke hovane ya înkarê li ser gelê me, li ser zimanê me tê meşandin. Digel înkara gelê me heta van salên dawî zimanê me jî dihat înkar kirin. Lê belê têkoşîna azadixwaz a gelê kurd ya çekdarî kir ko polîtîkaya înkarê ji holê rabe. Bes sed heyf û mixabin di berdêla wê de çil hezar şehîd dan. Kurdistaneke ko ji xwezaya xwe ve tarûmar bûyî û ji niştecîhên xwe ve birîndar bûyî li şûn de hişt. 
 
Belê her çiqas îro zimanê me êdî nayê înkar kirin, lê belê ev nayê wê wateyê ko dijminayîya li ser zimanê me bi dawî bûye. Na, esla. Hikûmeta AKP ya xwe bi îslameke sexte ve girêdide û bi vê girêdana xwe ve hewl dide ko gelê me bixapîne, di “nedayîna mafê perwerdeya zimanê dayikê de” îsrara xwe didomîne. Lewra AKP dizane ko eger perwerde bi zimanê dayikê neyê kirin, her ko biçe wê ziman qels bibe, di dawiyê de wê ji holê rabe. 
 
Belê herçiqas li gorî pêvajoya çareseriyê ya ko di newrozê de dest pê kir diviya destûra bingehîn hatibûya guherîn û perwerdeya zimanê kurdî tê de cî bigirta, lewra ehd û soz holê hatibûn dayîn lê mixabin nijadperestiya partiya desthilat rê neda vê guherînê.
 
Gotineke kurdan ya bi vê mijara me re eleqedar e heye: “Hat ji newalê, bû xwediyê malê.” Belê yên ji filan der û bêhvan derê hatîn, zimanê xwediyê malê bi wan dide qedexe kirin û heqaretê lê dide kirin. 
 
Belê heyameke dî jî ya perwerderiyê wê bêyî zimanê kurdî dest pê dike û wê bêyî zimanê kurdî biqede jî. Wê zimanê Mewlana Ehmedê Cizîrî yê “Di iqlîmê suxen de mîr” bû ko digot: 
 
“Ger lû’lû’-i mensûr-i ji nezmê tu dixwazî, Wer şi’rê Melê bîn te bi Şîraz-i çi hacet” wê ne di nav tu behsan de be. Wê dîsa jê re were gotin ka “Gelo zimanê kurdî zimanê wêjeyî ye an na? 
 
Belê dîsa zimanê kurdî wê wek berê stûxwehr bimîne, sêwî bimîne wê nekeve dibistanan. Ka em binêrin Xwedê teala bi navê xwe yê Qehhar wê çi qeder dî muhletê bide wan ko ew zimanê ji aliyê Wî ve hatî dayîn bêt qedexe kirin.
 

Yasal Uyarı​

  • Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
  • Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.